DİYARBAKIR
Koma ku bi projeya 'Em Ebrû Ne' ji hêla Midûriya Ewlehiyê ya Adanayê ve hat avakirin, li Diyarbekirê rapêşiyek kir û bi zimanên cuda stran gotin.
Kom bi projeya 'Em Ebrû Ne' ji hêla Midûriya Ewlehiyê ya Adanayê ve hat avakirin û di komê de zarokên ji taxên ku gel zêde koçî wir dike û zarok bin xetereyê de ne cih digrin. Kom ji beşên koro û dansê pêk tê. Di beşa koroyê de 45 kes, di beşa dansê de 50 kes bi tevahî 95 kes di koroyê de hene. Komê bi kordînasyona Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr ya Diyarbekirê, li Navenda Kongreyan ya Zanîngeha Dîcleyê rapêşiyek kir.
Temaşevanan bi heyraniyeke mezin rapêşiya komê temaşe kir. Waliyê Diyarbekirê Mustafa Cahît Kiraç, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Recep Guven, midûrên saziyên kamuyê, amîrên ewlehiyê û gelek welatî beşdarî şeva rapêşiyê bûn.
Piştî xwendina helbestê koroya ku ji 45 kesan pêk tê derket li ser dikê û kurdî, tirkî, erebî û gurcikî jî di nav de bi 7 zimanên cuda stran gotin. Li hêwanê demeke dirêj ji bo zarokên ku her kes bû heyranê wan, çepik hatin lêxistin. Rapêşiya koma dansê ya ku ji 50 kesî pêk tê û Anadolu Ateşî perwerdekariya wê dike, ji hêla temaşevanan ve gelekî hat ecibandin.
Zarokên ku berê bi 5 zimanan strîbûn, îsal jimara zimanên ku pê stranan dibêjin derxistin 7 zimanan.
Her wiha zarokên di komê de diyar kirin ku ji Diyarbekirê gelekî hez kirin û xwestin ku projeya wan bibe wesîleya aştiyê.