ANKARA
Serokê Giştî yê Weqfa Cemê Îzzettîn Dogan, ji nûçegihanê AAyê re axivî û kompleksa mizgeft û cemxanê wek "projeya aştî û hevnasînê" bi nav kir û got yên ku bi felsefeyeke kûr lê nenêrin dê vê projeyê fêhm nekin.
Dogan, bal kişand ser têkiliyên navbera yên ku diçin mizgeft û cemxaneyê û got ku bi salan alewî û sunî bi derew û îftîrayan ji hev hatin dûrxistin lê bi van projeyan wê rastî derkeve holê.
Dogan li ser rexneyên ku dibêjin fînansmana projeyê mirovan dide şermê, bangî wan rexnegiran kir ku madem rexne dikin bila bên bi xwe bibin fînansorê projeyê û wiha pê de çû: "Gelekî balkêş e, ev kesên ku rexne dikin jî rewşenbîrên li welat in. Hewl didin ka wê çawa projeya aştiyê xerab bikin, di çavê gel de bêqîmet bikin. Yên ku qaşo wek rewşenbîr xwe dibînin wiha dibêjin ev jî normal e."
Dogan, bi bîr xist ku ev fikir pêşî ji aliyê Fethullah Gulen ve hate gotin û vê jî piştgirî da Gulen û hin tiştên din jîli projeyê zêde kir û wiha dewam kir: "Êdî bila mizgeft tenê ne cihê nimêjê be, ango bila li gel nimêjê şorbe jî li vir hebe da ku xizanên alewî û sunî bi hev re bixwin. Ji bo vê yekê me got bila li navbera herduyan xwaringeh were çêkirin. Wî şexsê muhterem jî ev yek qebûl kir û got 'mamosteyê min hûn rast dibêjin' û ev proje pêk hat."
Dogan da zanîn ku proje ji hêla karsazên sunî û alewî ve tê sazkirin û ji bo cihê projeyê navçeya Mamaka Ankarayê bi taybetî nehatiye bijartin. Heke me li cihekî din erse bidîta me yê li wir çêbkira.
Dogan, li ser protestoyên di dema xîmavêtinê de jî got "Yên ku ev yek kirin, ne mumkûn e ku alewî bin. Bi ya min ne sunî ne jî. Ev projeyeke girîng e ku dê bi awayekî saziyî pêşî li ber cudaxistina navbera sunî û alewiyan bigire. Ji ber vê yekê ez dibêjim ev proje 'projeya hezar salî' ye."