ANKARA - Sevîm Hatun
Di çarçoveya "Roja Cejna Zimanê Kurdî" de bi rêberiya Nûneriya Egîtim Sena Bîrecikê, li Navenda Çandê ya Enver Nebîhe Karaatayê ya Bîrecika navçeya Şanliurfayê panela "Di Nav Rewşenbîrên Serdema Klasîk û Meşrutiyetê de Hişmendiya Zimanê Kurdî" hat lidarxistin.
Serokê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê (ZMA) Doç. Dr. Abdurrahman Adak û Alîkarê Midûrê Enstîtuya Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê (ZMA) Yrd. Doç. Dr. Hayrullah Acar beşdarî panelê bûn.
Doç. Dr. Abdurrahman Adak qala perwerde û zanayên kurdan kir û wiha got: "Berê zanayên kurdan li medreseyan bi zimanê erebî perwerde didîtin. Lê cara pêşîn di dawiya sedsala 16yan de Eliyê Teremaxî ku xelkê Mûksê ye bi zimanê kurdî berhemeke pexşan nivîsand û xwest ku ew berhema pexşan bibê kitêba dersê di medreseyan de. Di vê berhema xwe ya pexşan de Eliyê Teremaxî cih da gramera erebî, farisî û kurmancî. Ev berhem ji bo zimanê kurdî berhemeke gelekî girîng e."
Adak bal kişan li ser berhemên kurdî û wiha dewam kir: "Di sedsala 18yan de Mele Yûnisê Helqetînî bi navê Zûrûf û Telqîbê du berhemên kurdî nivîsandin. Ev jî der heqê gramerê de ne. Di wê sedsalê de Meleyê Erwasî tiba kurmancî nivîsand. Di sedsala 19yan de jî Mele Mehmûdê Bazidî mijarên sosyolojiyê, mijarên antropolojiye, mijarên dîrokê bi zimanê kurdî bi awayê pexşanê nivîsand. Bi saya van berheman kurdî bû zimanê pexşanê."
- Xanî ji bo zarokên kurdan Nûbihar nivîsand
Adak got ku Ehmedê Xanî xwedî cihekî taybet e û got: "Ehmedê Xanî li ser zimanê kurdî gelekî rawestiyaye û di berhemên xwe de bi taybetî behsa zimanê kurdî kir. Pêşiyê Ehmedê Xanî ji bo ku zarokên kurdan fêrî zimanê erebî bibin ferhengeke menzûm bi kurdî-erebî, erebî-kurdî nivîsand. Navê vê ferhenga wî Nûbihar e û bû kitêba dersê. Pişt re Mem û Zîn a xwe, pişt re Eqîdeya Îmanê nivîsand. Xwest ku kitêbên dînî jî bi kurdî bên nivîsandin û ew jî bû kitêba dersê."
Di panelê de Alîkarê Midûrê Enstîtuya Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê (ZMA) Doç. Dr. Hayrullah Acar, li ser serdema meşrutiyetê sekinî û qala hişmendiya zimanê kurdî kir û got:
"Derketina kovar û rojnameyên ku hatin weşandin bûne sedema şiyarbûn û guherînên mezin. Eger mirov li dîroka rojnamegeriya kurdî binêre, mirov dibîne ku hişyarbûna neteweyî ya gelê kurd bi derketina rojnameyan dest pê kiriye. Ji bilî vê roja çapemenî û berhemên çapkirî di belavbûna fikr û raman û standartkirina ziman de gelekî mezin e."
Acar da zanîn ku Stenbol, ji aliyê siyaset û çandê ve navendeke pir girîng bû û wiha domand:
"Di destpêka sedsala 20an de paytextê dewleta Osmanî Stenbol, ji aliyê siyaset û çandê ve navendeke pir girîng bû. Çawa ku ji her milletî kesên zana û rewşenbîr li Stenbolê civiyabûn, vê derê ji kar û xebatên xwe re weke navend bi kar anîbin, herwiha gelek rewşenbîr, zana û xwendekarên kurdan jî li vî bajarî, li halê perîşan ê miletê xwe li çareyan digeriyan, dixebitîn ku tovên bîr û baweriya welatperweriyê di nava gelê xwe de biçînin. Divê çarçoveyê de di dema îstîbdadê de bi şiklekî îlegal, piştî îlana meşrutiyetê jî bi şiklekî legal ketin nava hewldanan. Avakirina sazî û komeleyan, derxisitina kovar û rojnameyan ji van karên sereke bûn ku kurdên vê demê pê re meşxûl bûn."
Acar qala komele û weşanên wê demê kir û wiha axivî: "Komeleyên wek “Kurdistan Azmî Qawî Cemiyeti”, “Kurd Teawun we Teraqqî Cemiyetî”, “Kurd Talebe Hêvî Cemiyetî”, “Kurd Tamîmî Mearîf Cemiyetî”, Kurd Tealî Cemiyetî” hin ji van komeleyan in ku kovar û rojnameyên mîna “Kurd Teawun we Teraqqî Gazetesî”, “Şarq we Kurdistan”, Rojnameya “Kurdistan”ê, “Rojî Kurd”, “Hetawî Kurd”, “Jîn” weşandin."
- Di kovarên kurdî de nîqaşên li ser ziman
Acar wiha pê de çû: "Di kovar û rojnameyan de pirsgirêkên siyasî, çandî, aborî û zimanî hatine nîqaşkirin. Yek ji van nîqaşên girîng jî yên der barê ziman de bûn. Lewra xwe jinûveavakirina neteweyekî de wek amûrekî hişmendiyê û ragihandinê zimanê kurdî xaleke girîng teşkîl dikir. Di rojnamegeriya serdema meşrûtiyetê de kesên wek Xelîlê Xeyalî, Îsmaîl Haqqi Baban, Abdullah Cevdet, Salih Bedirxan ji bo sitandartkirina zimanê kurdî li hin çareseriyan geriyan."
- Çareseriya standartkirina ziman
Acar bal kişand li ser rewşenbîrên serdemê û wiha got: "Eger ku em dewletek bûna, me kîjan zarava têxista zimanê navendê dê bivênevê hemû kesê li gor vê tevbigeriya. Lê ji ber ku derfeteke me ya wiha tuneye em ê vê standartbûnê bi rêya weşanê pêk bînin. Ango di van sazî û komeleyan de pisporên ku bên cem hev dê li ser ziman, li ser standartkirina ziman de dê berheman çap bikin. Êdî çi weşan bê kirin dê li gor van heyberan bên kirin. Ev jî dê standariyekê di weşanê de pêk bîne."
Celadet Elî Bedirxan hejmara yekemîn a kovara Hawarê bi tîpên latînî di 15ê gulanê 1932yan de li Şama paytexta Sûriyeyê weşand. Ji sala 2006an vir ve di navbera 15 û 22yê gulanê de Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.