KARAMAN
Bi bobelata madenê ya li Somaya navçeya Manîsayê, birînên xizmên karkerên ku di encama teqîna grîzûyê ya 11 sal berê ya ku di kana komirê ya li Karamanê de pêk hat, nûbûn.
Nesîbe Şahîna (50) ku mêrê wê Yûsûf Şahîn di teqîna 2003an de li navçeya Ermenekê mir, serpêhatiyên xwe ji nûçegihanê AAyê re vegot.
Şahîna ku li navçeya Nadîrê dijî got ku mêrê wê di encama teqîna kana komirê de tevî 9 hevalên xwe ve mir.
Şahînê got ku mirov nikare qala wan rojan bike, rojên dijwar bûn û wiha dewam kir: "Dema ku merê min mir, tevî 7 zarokên xwe ve mam. Cotikên min hê 82 rojî bûn. Tim me dia kir da ku Xwedê vê êşa nede tu kesî, lê mixabin qezayên wiha diqewimin. Dema ku em bi bobelata Somayê hesiyan dîsa ew roj hatin bîra me. Hemû ji ber vê xemgîn dibin, lê heta neyê serê mirovan mirov fêm nake. Niha li wê derê jî bi dehan zarok sêwî man. Mirov bê nan û av namîne, lewra jiyan didome. Lê mirov nikare li ber xwe bide, êşeke giran e. Hema ku li kuçeyekê zarokek bavê xwe hemêz dike, zarokên min bi girî tên bal min."
Şahînê ji bo bûyerên wiha neqewimin ji karsaz û erkdaran xwest ku baldar bin û wiha dewam kir: "Bila venêr karê xwe baş bikin. Di rojên teftîşê de bila tenê kanên baş nîşanî erkdaran nedin. Bila hemû kes bi helalî bixebitin. Bila mala kesên ku li pey heqê nanê xwe ne xirab nekin. Ev bobelat hat serê me bila neyê serê tu kesî."
- "Xwedê bavê tu kesî ji ser serê wan kêm neke"
Betul Şahîna ku dema bavê wê di bobelatê de mir 82 rojî bû got ku wê pir bêriya bavê xwe kiriye û wiha axivî: "Dema ku bi bobelata ku li Somayê pêk hat hesiyam, min hêst kir ku zarokên wê derê jî bê bav man û pir xemgîn bûm. Ez sêwî me, min bavê xwe qet nedît. Dibe ku bavê min ji min hez kiribe, ez maç kiribim, lê nayê bîra min. Xwedê tu kesî sewî nehêle. 11 sal e ku bi hesreta bavê xwe dijîm. Heta bimrim jî dê ev hesret dê di dilê min de be. Em bi alîkariya dayika xwe li ber xwe didin. Ji me re him dayiktî û him jî bavtiyê kir. Ji bo 7 zarokên xwe li berxwe dide, wan dide xwendin."