Önder Beyter,Türkan Tosun,İbrahim Atmaca
19 Gulan 2019•Rojanekirin: 21 Gulan 2019
Mizgefta Sultanahmetê ku yekemîn û tekane mizgefta mîmariya Osmanî ye ku 6 mînareyên wê hene, sîlueta Stenbolê dixemilîne û ji ber çîniyên wê, turîstên biyanî jê ra dibêjin "Mizgefta Hêşîn" (Blue Mosque), di dîroka xwe ya 400 salî da ji restorasyona herî berfireh ra derbas dibe.
Restorasyona ku 6ê Tîrmeha 2017an di Mizgefta Sultanahmetê ku padişahê Osmanî Ehmedê 1emîn bi mîmar Sedefkar Mehmet Aga li hemberî Ayasofyayê daye çêkirin û sala 1617an çêkirina wê temam bûye da dest pê kir, di sponsoriya karsazê xêrxwaz Mehmet Yildiz da dewam dike.
Di hundirê mizgefta ku ji erdê ta qubeyê 43 metre bilind e da ji bo xebatên restorasyonê îskeleyên pola hatin sazkirin. Ji ber ku îskeleyên pola li ser platforma ji erdê 8 metre bilind hatin sazkirin, rojane 30 hezar turîst mizgeftê ziyaret dikin û bi vî awayî welatî li mizgeftê ibadetên xwe jî dikin.
Ji 6 mînareyên mizgeftê yek jê sala 2014an jinûva hat lêkirin. Niha di mînareyekê da xebata bihêzkirinê dewam dike. Herwiha di çarçoveya xebatên restorasyonê da pirsgirêkên statîk ên 4 mînareyên mayîn jî dê bên çareserkirin.
Di Mizgefta Sultanahmetê ku bi çîniyên xwe turîstan cezb dike da 21 hezar û 43 çîniyên ku dawiya sedsala 16an û serê sedsala 17an li atolyeyên li Îznik û Kutahyayê hatin çêkirin, hene.
Çîniyên ku li ser zemînê spî ji nemûşên selwî, lale, simbil, kulîlka hinarê, Rûmî û goşiyê tiriyê pêk tên jî ji restorasyonê ra tên derbaskirin.
Di atolyeya ku li hewşa mizgeftê hat avakirin da konservasyona deriyên kundekarî yên 400 salî jî tê kirin.
- Restorasyon 22 meh e dewam dike
Midûrê Herêma 1emîn a Weqfên Stenbolê Mursel Sari der heqê dîrok û xebata restorasyona mizgeftê da bersiv da pirsên peyamnêrê AAyê. Sari diyar kir ku restorasyona Mizgefta Sultanahmetê ku di dîroka mizgeftê da ya herî bergireh e, 22 meh berê dest pê kir.
Sari got ev mizgefta dîrokî ya 400 salî di nav demê da gelek caran hatiye nûkirin û wiha dewam kir: "Me dest bi nûkirina herî berfîreh kir û bilez em dewam dikin. Lê di xebatên nûkirinê da hin zehmetî hene. Mizgefta Sultanahmedê yek ji berhema herî dîrokî ya Stenbola me, ya welatê me ye. Di ûsluba Mîmar Sînan da ji hêla Avasaz Sedefkar Mehmet Aga va di sala 1617an da çêkirina wê temam bûye."
Sari anî ziman bi saya kamerayên ji ÎSKÎyê hatine hildan va herî û gemara di nav herqan da hatine tespîtkirin û paşê ew hatine paqijkirin.
Sari destnîşan kir dema xebat temam bûn ava di hewşê da wê bi rêya herqên avê va bê texliyekirin ku ev ji bo dahatûya mizgeftê pir girîng e.
- Di qubeyan da karên hûr tên kirin
Der barê xebatên di qubeyan da tên kirin da Sari wiha axivî: "Hat tespîtkirin di qubeya sereke da bi çîmentoyê sîwax hatiye kirin. Xebatên raspayê qediyan. Xebatên qeleman dest pê kir. Li derva jî karên risasê temam bûn. Dora qubeyê bi xeleqeke pola va hat xurtkirin. Kuleyên giraniyê temam bûn."
Sari got sîwaxên çîmento ên di binê qubeyan da hatine paqijkirin û xebatên li ser wan dewam dikin.
- Minare tên saxlemkirin
Ji bo xebatên der barê minareyan da jî Sari anî ziman minareya mizgeftê ya aliyê başûrê rojava heta şerefeyê hatiye xirakirin û car din hatiye çêkirin, minareyên din û ya li aliyê Ayasofyayê jî wê bên nûkirin.
Sari anî ziman ku deriyên mizgeftê yên 400 salî jî di atolyeya ku li hewşa mizgeftê hatiye avakirin da tên nûkirin û got Mizgefta Sultanahmedê bi awayekî baş bigîhîje dahatûyê.
Sari diyar kir ku di Mizgefta Sultanahmetê da 21 hezar û 43 eded çîniyên ku li Kutahya û Îznikê tên çêkirin hene û wiha dewam kir:
"Di van çîniyan da 50 neqşên cuda hene. Ji ber ku rengê van çîniyan hêşîn in, ev der wek 'Mizgefta Hêşîn' hatiye binavkirin. Li gelek mizgeftên selatîn da mahfîla hinkar heye. Di vê mizgeftê da ji bilî wê qesra hunkar jî heye. Ji bo ku beriya nimêjê û piştî nimêjê padîşah bêhna xwe vede hatiye çêkirin. Mizgeft bi mîmber û mîhraba xwe va berhemeke pir girîng e. Di binê qubeya wê ya mezin da 260 pace hene. Rewşa mizgeftê ji aliyê statşkê va baş e, pirsgirêk tuneye. Dema ku me dest bi restorasyonê kir, me digot em ê di nav 4 salan da biqedînin. Hedefa me 4 sal e, lê dibe ku dirêj jî bibe. "
Sari destnîşan kir ku ew wek Midûriya Herêma 1emîn a Weqfan 58 projeyan dimeşînin û wiha dewam kir:
"Bihayê van restorasyonan bi tevahî ji 250 milyon TLyî zêdetir e. Restorasyonên mizgeftên girîng ên weke Beyazit, Teşvîkiye, Rustem Paşayê dewam dikin. Piştî ku ev jî kuta bibin, temamiya mizgeftên selatîn wê kuta bibin."