İbrahim Atmaca,Türkan Tosun
20 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Li Tetwana navçeya Bidlîsê Mamosteya Hunerên Dîtbarî Sevda Erena Erziromî ku 3 sal berê li Dibistana Navîn a Van Goluyê hat tayînkirin, bi xebatên xwe yên cuda va li dibistanê balê dikşîne.
Li Tetwana navçeya Bidlîsê Mamosteya Hunerên Dîtbarî Sevda Erena Erziromî ku 3 sal berê li Dibistana Navîn a Van Goluyê hat tayînkirin, bi xebatên xwe yên cuda va li dibistanê balê dikşîne.Erenê di serî da ji bo dibistanê atolyeyek vekir û bi îdarekarên dibistanê û xwendekarên xwe va qadeke xebatê ya nû çêkir.Erenê li ser dîwarên atolyeyê wêneyên ku dewlemendiya dîrok û çandê didin nîşan, xêz kir û rûniştek û kursî boyax kirin û veguhastin berhemeke hunerê. Erenê di vê atolyeya rengîn da huner bi xwendekaran da hezkirin. ( Özkan Bilgin - Anadolu Agency )
Erenê di serî da ji bo dibistanê atolyeyek vekir û bi îdarekarên dibistanê û xwendekarên xwe va qadeke xebatê ya nû çêkir.
Erenê li ser dîwarên atolyeyê wêneyên ku dewlemendiya dîrok û çandê didin nîşan, xêz kir û rûniştek û kursî boyax kirin û veguhastin berhemeke hunerê. Erenê di vê atolyeya rengîn da huner bi xwendekaran da hezkirin.

Xebata dawîn a Mamoste Erenê li ser medyaya civakî rastî eleqeyeke mezin hat û gelek hat ecibandin. Erênê serê salê xebat da destpêkirin û di çarçoveya van xebatan da bi çît û qartonan çarçove çêkirin.
Paşê bi xwendekarên xwe va xwendekar şibandin lehengên ku di berhemên wênesazên navdar da cih digirin.
Xwendekar ji bo ku têkevin dirûvên lehenêgên wêneyan, heman cil û berg li xwe kirin û makyaj kirin, paşê ketin nav wê çarçoveya ku ji çît û qartonê hatiye çêkirin û leheng zindî kirin.
Pêşangeha xwendekaran rastî eleqeyeke mezin hat.
Dîmena xwendekaran di demeke kin da li ser medyaya civakî belav bû û li welêt û derveyî welêt rastî eleqeyeke mezin hat.
Erenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hedefa wan a esil xweşkirina dibistanê ye û jêhatîkirina xwendekaran e.

- "Keda esnafên me jî zêde ye"
Eren got her zarokek xwedî qabiliyetekê ye û wê zarokên eleqeya wan bi hunerê ra heye tespît kiriye, paşê atolyeyek vekiriye ku li wir xebatan bike.
Eren wiha behsa xebatên atolyeyê kir: "Me ji vir dest bi kar kir. Me maseyan û dîwaran boyax kir. Dibistan bi tenê ya mamoste û rêvebiran nîne. Keda esnafên me jî zêde ye. Me gelek alav bi saya wan peyda kir."
- "Xwendekarên me naxwazin ji atolyeyê derkevin"

"Lehengên ku zarokên me ketin dirûvên wan ji berhemên wênesazên herêmî û ji biyanî pêk tên. Me wêneyên wek Frîda Kahlo, Van Gogh, Nurî Îyem û Mîhrî Muşfîk Xanim saz kirin. Her kes pir kêfxweş e.Eleqeyeke ku em ne li bendê bûn nîşanî me dan. Em şaş û metel man. Piştî vê xwepêşanê xebatê bala mamosteyên li hundirê welêt û dervayî welêt jî kişand û wan jî xebatên bi vî rengî kirin. Eleqeya malbatên xwendekaran a li ser hunerê jî zêde bû. Berê hin xwendekarên me yên ne sosyal bûn hebûn, nedixwestin bên dibistanê jî. Lê bi saya vê xebatê êdî xwendekarên me naxwazin ji atolyeyê derkevin. Ew demên xwe yên vala li vir derbas dikin."
- "Armanca min ew e ku ez bibim wênesazekî pir baş"
Xwendekar Ruya Batukê got bi saya vê xebatê wê wênesazên navdar nas kiriye û ew dixwaze di dahatûyê da bibe wênesazeke baş.
Batuk wiha axivî: "Berê eleqeya min li ser wêneyan tunebû. Piştî ku min mamosteya xwe nas kir, hatim atolyeyê haya min ji vê qabiliyeta min çêbû. Niha ez zêdetir dixwazim wêneyan xêz bikim. Ez her tim wêneyên wênesazên navdar dinêrim. Armanca min ew e ku ez bibim wênesazekî pir baş."