Fatih Gazioğlu
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Sûrên Diyarbekirê û Bexçeyên Hewselê yên ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê ya UNESCOyê da cî digirin, ji turîstan eleqeyeke mezin dibînin.
Sûrên Diyarbekirê û Bexçeyên Hewselê yên ku berê dengê çek û teqînan jê dihat piştî ku hizûr û aramî çêbû eleqeyeke mezin dibîne.
Wekîlê Midûrê Muzeya Diyarbekirê Vehbî Yurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got piştî Seta Çînê li ser dinyayê bi tenê Sûrên Diyarbekirê navenda bajêr diparize. Yurt got ku ev di dîroka de mînakeke wisa ye ku kêm tê dîtin û wiha axivî:
"Bi bilindahiya sûran û dirêjahiya wê û teknîka mîmariyê ve li ser dinyayê yek e. Ev sûr ji bilî Diyarbekirê li tu ciyên din tunene. Bexçeyên Hewselê ji pira Zanîngeha Dîcleyê dest pê dike û heta pira Deh Derî dewam dike. Ev herdu cî ji bo Diyarbekirê nirxên girîng in. Îmaja Diyarbekirê her roj diguhere. Diyarbekir her roj hêdî hêdî digihêje hedefên xwe yên turîzmê."
- "Divê her kes were û Diyarbekirê bibîne"
Ji welatiyan Meryem Karatayê got Diyarbekir ciyekê dîrokî ye û divê hemû kes vî bajarê xweş bibînin û wiha dewam kir: "Beriya mirinê her kes divê miheqeq Diyarbekirê bibîne. Ev bajar êdî bajarê hizûrê ye."