DİYARBAKIR
Bi pêşengeya 72 saziyên civaka sivîl yên li Diyarbekirê bi minasebeta salvegera dardekirina Şêx Seîd û hevalên wî, çalakiya bîranînê li dar xistin. Li qada Şêx Seîd di saetên êvarê de komekê endamên saziyên civaka sivîl bi hev re nimêja terawîha kirin. Piştî nimêjê şanoya sînevîzyonê ya ku behsa Şêx Seîd û hevalên wî dike hat temaşekirin.
Piştî sînevîzyonê Nûnerê Diyarbekirê yê Memûr-Senê Yûnûs Memîş li ser navê 72 saziyên civaka sivîl axivî û got ku ji bo doza Şêx Seîd û hevalên wî her tim di bîra mirovan de bimîne hatine bal hev. Memîş got ku komkujiyên li Kobanê, Heleb, Turkîstana Rojhilat, Misr û Suriyeyê, ku li dijî Mislimanan li erdnigariya îslamê tê kirin şermezar dikin. Rehma xwedê li miriyan be.
Çalakî piştî duayê dawî bû.