SÎÎRT
"Efsaneya Botanê" a ku di bin banê Koma Rapêşî û Huneran ya Sêrtê de dixebite li Stenbolê dest bi tûrneya Tirkiyeyê dike.
Di bin banê Koma Rapêşî û Huneran ya Sêrtê de 45 kesên ku mamoste, xwendekar, zerzewatfiroş, beqal, masîfiroş û ajokar in dixebitin. Koma "Efsaneya Botanê" a ku çanda Sêrtê û Botanê dide nasîn 27ê çileya pêşîna 2013an de li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Başakşehîrê dê derkeve ser dikê.
Derhênerê Giştî yê Koma Rapêşî û Huneran yê Sêrtê Sezgîn Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir amadehiyên tûrneyê didomînin û û wiha got: "Dawiya xebatên me yên 6 mehan di 1ê îlona 2013an de ji bo "Rojên Sêrtê" em li Stenbolê derketibûn ser dikê. Rapêşiya me ya ewilîn Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê temaşa kiribûn û gelek ecibandibûn. Ji bo çanda Sêrtê ya dewlemend li dinyayê bidin nasîn em ê di 27ê çileya pêşîna 2013an de li Şaredariya Başakşehîrê dest bi tûrneya xwe bikin. Em ji bo rapêşiya xwe li hêviya hemû hunerhezan in."
Armanca komê ew e ku Sêrta sê ziman (kurdî, erebî û tirkî) lê tê axivîn li hemû dinyayê bide nasîn û ji ber ve yekê jî yê bi "Hedîseya Tavê" a ku ji bo zanista asronomiyê zehf girîng e dê derkeve tûrneyê.