MARDÎN
Şaxa Kurdî-Derê ya Kiziltepeya navçeya Mêrdînê etîketên sebze û fêkiyan ên ku bi kurdî hatine nivîsandin belavî esnafan kir.
Serokê Şaxa Kurdî-Derê ya Kiziltepeyê Halîl Efe beriya belavkirina etîketan daxuyaniyek da û got ku êdî ji vir pê ve gel wê bi zimanê zikmakî dan û stendinê bike.
Efe daxwaz kir ku esnaf etîketên kurdî bi kar bînin û wiha axivî: "Ji bo kesên ku navê sebze û fêkiyan bi kurdî nizanin esnaf dikarin etîketên li ser wêne hene bi kar bînin. Em dixwazin ku gelê me li her derê bi kurdî biaxive û li zimanê xwe xwedî derkeve."
Serokê Şaredariya Kiziltepeyê Îsmaîl Asi jî wiha got: "Ya ku bi hezar salan e dihêle ku kurd bijîn zimanê me yê dayikê ye. Zimanê dayikê mafekî ji zayinê hatiye qezenckirin e. Hêza tu kesî wê tunebe ku vê qedexe bike. Gelê kurd wê her tim bi ziman û çanda xwe xwedî derkeve."
Piştî axaftinan etîketên kurdî hatin belavkirin.
Hevserokê navçeyê yê HDPyê Lokman Yaşar, Hevserokê navçeyê yê DBPyê Nadya Kaya, Serokê Şaxa Egîtîm-Senê Hamît Gungor û welatî jî beşdarî çalakiyê bûn.