Pêşangeha kitêban a ku hersal li paytextê Herêma Kurdistana Iraqê Hewlêrê birêve diçe, dê sibê cara 10emîn deriyê xwe li ber xwendevanan veke.
Sazkarê organizasyonê Îhab Ebdulrezzaq, di daxuyaniya xwe de ji peyamnêrê AAyê re diyar kir ku ji bo pêşangeha îsal, tu sazî û dezgeh nebûne sponsor.
Ebdulrezaq bal kişande ser şerê li Iraq û Herêma Kurdistanê li dijî terorê tê meşandin û destnîşan kir ku di şert û mercên wiha de sazkirina organîzasyoneke çandî û rewşenbîrî gelekî zehmet e.
Ebdulrezzaq, der barê azadî û serbestiya kitêban li Herêma Kurdistanê jî wiha axivî: "Li Kurdistanê bi tu awayî li ser kitêban sansûr tuneye. Berpirsan, li kitêbên ku dê li pêşangehê werin erzkirin mêze nekir û cureyê wan nekirin problem. Weşanxaneyên ku beşdarî pêşangehê dibin 40 ji wan tenê li ser çandê û 20 jî ji bo zarokan kitêbam çap dikin. Ji derveyî van 10 weşanxane jî berhemên dînî diweşînin. Di vê meselê de em rastî astengiyekê nehatin."
Dîsa Ebdulrezaq destnîşan kir ku ji bo beşdarbûna pêşangehê zêdetirî 550 weşanxaneyan serî lê da, lêbelê wan tenê 200 heb qebûl kirin.
Par, kitêbên herî zêde di warê dînî de hatibûn firotin. Rêkxerê pêşangehê, vê yekê bi erzanbûna kitêbên dînî ve girêdide.
Sazkarê pêşangehê Ebdulrezzaq, bal kişande ser wê yekê ku di pêşangeha par de herî zêde kitêb di warê dînî de hatin firotin û wiha got: “Ev yek jî bi erzaniya wan ve eleqedar e.”
Yek ji beşdarê pêşangehê weşanger Mihemed Omer destnîşan kir ev 9 sal in ku ew bênavber tevlî organîzasyonê dibe û wiha xeber da:
“Di salên berê de kêmasî hebûn û bihayê kitêban jî giran bû. Belê, niha hem bihayê kitêban erzan bûye û hem jî xwendevanên kurdî zêde bûne. Ji ber vê rewşê ez gelekî kêfxweş im. Îsal, ji ber rewşa aborî û qeyrana darayî dê rêjeya daşikandinê jî zêdetir be.”
Pêşangeha kitêban, her sal li Navenda Pêşangehên Navneteweyî tê lidarxistin. Salên berê dezgeheke fermî yan jî şirketeke taybet sponsoriya wê dikir. Lê belê ji ber şerê li seranserê welat, qeyrana aborî û kêşeya darayî, pêşangeha îsal bi îmkanên beşdaran birêve diçe.