02 Sibat 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
HEWLÊR
Hûnermendê Kurd ê bi nav û deng Şivan Perwer êrîşa ku li ser stranbêj Mehmet Karakûşê bi navê "Çiyager" tê zanîn û ji ber rexneyên wî yên der barê Partiya Demokratîk a Gelan de hat kirin, şermezar kir û got ku beriya vê ew jî rastî heman mûameleyê hat.
Perwer li Hewlêra paytexta Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di hûndirê mala xwe de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
"Êrîşa li ser çiyager hat kirin hat serê min jî"
Perwer diyar kir ku di nav civakên demokratîk de rexnekirin tiştekî pir asayî ye û wiha dewam kir: "Hunermend xwediyê fikr û ramanên berfireh in û ji bo ku bikaribin karê xwe baş bikin divê azad bin. Heke hûnermend piştgiriyê bide partî û hêlekê û keda xwe ji bo wan xerc bike zêde bisernakeve û him jî ji hêla herkesî ve nayê qebûlkirin. Çiyager ji ber ku rexne kir û rastî êrîşê hat û ez vê yekê şermezar dikim. Ew êrîşa lê hat kirin hat serê min jî. Li Ewrpoayê dema ku ez derdiketim konseran ew tirsa rastî êrîşa hatin hertim di nav dilê min de jî hebû. Lê min tu carî li hember wan gef xwarin û êrîşan serî netewand û ez bi wan re têkoşiyam. Hûnermendek ji ber aliyê kesî nagire rastî êrîşê tê bi rastî ev tiştekî pir eyb û şerm e."