29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Stranbêj Mehmet Karakûşê bi navê "Çiyager" duh daxuyanî da û HDP rexne kir. Piştî ku rexneyên wî ji ser rojname, malper û medyaya civakî belav bûn hin kesan li ber derê mala wî êrîş birin ser û lêxistin.
Li gor agahiyên hatin hildan Çiyagerê ku stranên kurdî dibêje piştî daxuyaniyên HDPê rexne dike da li ber derê mala xwe ya ku di Toplu Konutên li Yenîşehîra Diyarbekirê ne rastî êrîşê hat.
Karakûş ji bo tedawiyê birin Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Ji ber derbeyan herdu milên Karakuş û zenda destê wî şikestin û ew hat emeliyatkirin.
Stranbêj Karakûşê ku bi zor û zehmetî xeberda daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku kesên lê xistine HDPyî ne û wiha dewam kir: "Di nav 6 kesên li min xistin de kesên ku ez nas jî dikim hebûn. Ev kesên hanê berê jî gef li min xwaribûn.
Jêpirsîna ku der heqê êrîşê de destpêkiribû didome.