ÎSTANBUL
Vê heftê du heb xwemalî bi giştî 7 fîlm dê bikevin vîzyonê.
Jiyana her du salên dawîn yên Dîanaya ku di sala 1997an de li Parîsê di qezayeke trafîqê de miribû dê bi filmeke bi navê "Dîana"yê derkeve li pêşberî temaşevanan.
Derhêneriya fîlmê Oliver Hirschbiegel dike. Naomî Watts a ku xelata Akademiyê stendibû jî dê rola Dîanayê ya Dotmîra Gallerê bilîze.
"Êrîşa li serkeftinê"
Ron Howardê xwedî xelata Oscarê derhêneriya fîlma "Êrîşa li serkeftinê" kiriye, senarîstê fîlmê jî Peter Morgan e. Fîlm behsa reqabeta di navbera James Hunt û Nîkî Laudayê ku pêşbazên Formula 1ê de dike.
"Xwîşkên Vampîr"
Fîlma "Xwîşkên Vampîr" ji romana Franzîska Gehmê hatiye adabtekirin û cureyê wêv fantastîk komedî ye.
"Alex Cross"
"Alex Cross" fîlmeke cureyê serpêhatî û xof e, derhênerî fîlmê Rob Cohen e.
"Meryem"
Atalay Taşdîlek bi filma xwe ya "Mommo-Xwîşka Min" ve ji hêla temaşevanan ve hatibû ecibandin. Niha dê bi fîlma xwe "Meryem"ê derkeve li pêşberî temaşavanan.
"Menekşe'den Once"
Rojnamevan û Nivîskar Soner Yalçîn belgefîlma bi navê "Menekşe'den Once" kişand û fîlm di nav fîlmên xwemalî de cih digire.
Armanca fîlma zarokan "Qehremanên Piçûk Li Pey Macerayê ne" ew e ku bala zarokan bide sînemayê.