12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Fîlma "Jackîe" ku behsa jiyana jina Serokê DYAyê John F. Kendedy Jacqûelîne Kennedyê dike, dê têkeve vîzyonê.
Fîlma "Jackîe" di Galaya ÎKSVyê ya bi destê Weqfa Hunerê ya Çanda Stenbolê (ÎKSV) de li Cîty's Nîşantaşi AVMyê hat temaşekirin.
Pêşiya fîlm bê temaşekirin Dîrektorê Festîvala Fîlmê Kerem Ayan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Galaya ÎKSVyê di sala 2016an de bi fîlma "Cafe Socîety" dest pê kir.
Di galaya ÎKSVyê fîlma "Jûnû", belgefîlma "One More Tîme Wîth Feelîng", fîlma "La La Land"a ku di 7 beşan de xelat girtiye, fîlma "Zarokên ecêb yên Xanima Peregrîneyê" hatine temaşekirin.
Derhêneriya fîlma ku Natalîe Portman rola Jacqûelîne Kennedy dileyîze Pablo Larraîn kiriye.
Fîlma biyografî-dram e dê 20ê çileya paşîn têkeve vîzyonê .