Haydar Şahin
07 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Fîdan Daga 53 salî ya li Islahiyeya navçeya Gazîentabê dijî debara xwe bi karê demsalî yê cotkariyê dike. Dagê paşê xwendin û nivîsandin hîn bû û ligel bêîmkaniyê ji hewesa xwe ya xêzkirina resman qet dev berneda û hetanî nika 3yê wan şexsî beşdarî 5 pêşengehên resman bû.
Fîdan Daga dayîka 3yê wan qîz bi tevahî 4 zarokan li taxa Huriyetê rûdinê û debara xwe bi karkeriya cotkariyê ya demsalî dike. Dag xêncî demên xebata xwe jî alîkariyê didê mêrê xwe yê bi motorsîkletê diçe masiya digre û difroşe.
Daga ku ji piçûktiya vir da eleqeyê nîşanî xêzkirina resman dide di 17 saliya xwe da li navenda perwerdeya gel hînî xwendin û nivîsandinê bû. Fîdan Dag di demên xwe yên vala da jî resman xêz dike.

Dagê pêşengeha xwe ya şexsî ya ewil di 17 saliya xwe da li Çîloxlana gundê Hatayê, pêşengeha duduyan jî li Kirikhana navçeya Hatayê vekir. Dagê ligel bêîmkaniyê dev ji hewesa xwe berneda piştî ku zewicî jî bi bûkanî hat Islahiyeya navçeya Gazîentabê û li vê derê jî 3 pêşengeh vekirin.
Zareke Fîdan Dagê li Beşa Resman a Fekulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê perwerdeyê dibîne. Hin resmên Fîdan Dagê di pirtûkên çîrokan da jî hatin bikaranîn.
Fîdan Dagê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji zaroktiya xwe vir da ji xêzkirina resman hez dike.
Dagê got di piçûktiya xwe da li ser dîwarên malê resim xêz dikir ji ber vê jî gelek caran diya wê jê ra hêrs diket.
Daga diyar kir ku pêşengeha xwe ya ewil li gundê xwe yê ku lê hat dinyayê vekir, qaymeqamê wê çaxê gazî pêşengehê kir ji ber vê jî ji bavê xwe kutan xwar.
Dagê destnîşan kir ku îmkan di destê wê da tunebûn û wiha pê da çû: "Piştî ku min mêr kir bi piştgiriya mêrê xwe xêzkirina resman domand. Di wê demê da min ji bo 5 pirtûkên çîrokan resim xêz kirin. Ji ber li zeviyan dixebitim herî zêde resmên reş û sipî çêdikim, lewra ji bo resmên bi boyaxa rûnî hem dema min tune hem jî îmkanên min."
Dagê got Tirkiyeya beriya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan şibande merivekî ku qeyd li lingê wî xistine û avêtine zîndanê û bi wî awayî resma rewşê xêz kir û got gelekî ji Erdogan hez dike wiha pê da çû:
"Birêz Serokomar Erdogan ne bi tenê ji bo me ji bo ometê û hemû mezlûmên dinyayê bû hêvî. Dibê em li Serokomarê xwe xwedî derkevin. Ne bi tenê ji bo pêşeroja xwe, ji bo pêşeroja ometê lê xwedî derkevin. Ez di resman da qala vê dikim."