Li gor agahiyên ku hatin sitandin, destê sibê kesên navê wan nediyar li taxên Wetan, Unaldi û Ocaxlara bi çekan êrîşî 4 mal û texsiyekê kirin.
Di êrîşê de tiving û şeşagir hatin bikaranîn, li ser êrîşê gelek polês û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Di êrîşê de kuştin û birîndarkirin çênebû, ekîbên polêsan piştî êrîşî li cihê bûyerê gelek fîşengên teqandî dîtin.
Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê sitandin ji du wesayîtan bi çekan êrîş hat kirin, ekîbên Amirtiya Buroya Zeftkirinê ya Midûriyeta Şaxa Esayîşê ji bo girtina êrîşvanan xebat dan destpêkirin.