Orhan Pehlül
03 Mijdar 2022•Rojanekirin: 09 Mijdar 2022
Li Bajarê Kevnare yê Perreyê ku ji pênc bajarên mezin ên Qraltiya Kommageneyê yek e, tabana mozaîq ya 1800 salî hat dîtin.

Xebatên vedanê bi kordînatoriya zanistî ya Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Adiyemanê Doç. Dr. Kahraman Yagiz dewam dikin û di xebatan da erdekî mozaîq hat derxistin.
Waliyê Adiyemanê Mahmut Çuhadar li qada vedanê geriya û ji Midûrê Muzeyê Mehmet Alkan agahî stand.

Walî Çuhadar ji nûçegihanê AAyê ra got ku di xebatên vedanê da berhemên nû hatin derxistin û wiha dewam kir:
"Ev der qada jiyanê ye. Me herî dawî erdekî mozaîqê tesbît kir. Li gor texmînê ji dewra Romayê maye û di navbera salên 200-300î da hatiye çêkirin. Em ê vedanê bidomînin. Bajarê Kevnar ê Perreyê wekî Efesa Rojhilatê ye. Xebatên me dewam dikin."
Midûrê Muzeya Adiyemanê Mehmet Alkan jî diyar kir ku wan erdekî mozaîq ê sedsala 2yemîn tesbît kir, ev erdê mozaîq reş û spî ye, tê da parçeyên şîn jî hene û wiha dewam kir: "Li ser mozaîqê motîfa torê heye."