Melik Fırat Yücel
03 Mijdar 2022•Rojanekirin: 07 Mijdar 2022
Li salonên sînemayê vê hefteyê 3 jê xwemalî 7 fîlm dikevin vîzyonê.
Fîlma "Hevalên ji Taxê" ya Nurgul Yeşilçay, Alper Kul, Esat Polat Guler û Şahin Kendirci tê da wek serleheng dileyîzin, dixwaze berê komedîhezan bide salonên sînemayê.
Fîlma ku ji pirtûka Selçuk Aydemir a ku bi heman navî di 2015an da çap bû hat veguherandin, dorhêla taxên destpêka salên 1990î bi çavên zarokekî dide nîşandan.
- "Manyaxê Eleqeyê"
Fîlma "Manyaxê Eleqeyê" qala çîroka Signeya nexweşa nexweşiyê dike ku dixwaze dîsa vegere nav şewqên sehneyê. Lewra gava xoşewîstê wî yê hunermend Thomas di kariyera xwe da serkeftineke ji nişkêva bi dest dixe, Signe tê jibîrkirin.
Fîlm bi berhemanîna hevpar a Swêd û Norwecê hatiye çêkirin û tê da Kristine Kujath Thorp, Eirik Saether û Fanny Vaager wekî serleheng dileyîzin û her wisa derhênerê wê jî Kristoffer Borgli ye.
- "Xezîne"
Fîlma xwemalî "Xezîne" ya cure komedî, bi serlehengiya Çaglar Çorumlu, Boran Kuzum û Şukran Ovaliyê dixwaze bala komedîhezan bikişîne.
Fîlma ku Canbert Yerguz derhêneriya wê hilda ser milê xwe, qala serpêhatiyên zilamekî dike ku ji bo definkirina diya xwe diçe memleket, lê bi neçarî ji maweya plankirî bêtir dimîne û di rûyê birayê xwe da dibe xezîneger.
-Tim Yek 5: Ma Qey Altan Ewkê Me Ye
Ozgur Bakar derhêneriya fîlmê dike. Di fîlmê da qala çîroka Altan û Gurkan dike. Alî Kaplanê ku ji girtîgehê dertê, bi merivên xwe re peyê Altan û Gurkan dikevin.
Cureya fîlmê komedî ye û tê da Înan Ulaş Torun, Onder Açikbaş û Tuna Orhan dileyîzin.
- "Me jêkir!"
Michel Hazanavicius derhêneriya fîlmê kiriye. "One Cut of the Dead"a fîlma Japon ku di 2017an da hatiye kişandin, cardin bi budçeyeke kêm hatiye kişandin. Cureya fîlmê tirsnak e. Di fîlmê da qala zombiyan tê kirin.
Qraltiya Yekbûyî, Fransa û Japonyayê bi hev ra çêkirine. Romain Duris, Berenice Bejo û Gregory Gadebois tê da dileyîzin.
- Şeva Kabûz: "Vejîn"
Timo Vuorensola derhêneriya wê kiriye û tê da Sydney Craven, Imran Adams û Jarreau Benjamin dileyîzin.
Chaseyê evîndarê Laineyê israr dike ku her du evîndar herin bajaroka ku mihrşcana tirsê lê tê kirin. Li bajarokê xeyalan dibînin û bûyer tên serê wan.
- "Kûçikên Astronot: Maceraya Tropîkal"
Cureya fîlmê anîmasyon e û Inna Evlannikovaya Ûris derhêneriya wê kiriye. Di fîlmê da qala kûçikên Astronot Belka û Strelka dikin ku çawa vedigerin û hewl didin ku dinyayê xelas bikin.