26 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
BEXDA
Li Bexdaya paytextê Iraqê fuara çivîkan a ku tê da gelek cure çivîk hatin nîşandan hat lidarxistin.
Di fuara ku bi destê Komeleya Çivîkan a Iraqê li Cadiriyeya herêma Bexdayê li rexê Çemê Dîcleyê hat lidarxistin da ji bo ku welatî di mala xwe da cureyên çivîkan xweyî bikin peyam hat dayîn.
Weqas Aniyê organîzatorê fuarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em dixwazin ku bi fuarê kesên ku di malên xwe da çivîkan xweyî dikin wek kesên ku ji civakê dûr disekinin xanê nekin wek kesên ku kêrî cîvakê tên û entelektuel xanê bikin."
Anî destnîşan kir ku endamên komeleyê û welatî beşdarî fuarê bûn û di fuarê da 30 cure çivîk hatin pêşandan û ji bo eleqeya ku welatiyan nîşanî fuarê dan kêfxweş bûn.