Hat ragihandin ku li Bexdayê êrîşên bibombe hatin kirin. Di êrîşan de 45 kes mirin û 64 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ewlekariyê çalakvanekî nasnameya wî nediyar li herêma El Medaînê nêzîkî Fermandariya Tugaya 42emîn bombeyek li ser xwe teqand. Di teqînê de jê gelek hêzên artêşê û hêzên sahweyê 43 kes mirin û 61 kes jî birîndar bûn.
Li herêma ez-Zaferaniyeya li başûrê Bexdayê jî êrîşeke din hat kirin. Di vê êrîşê de jî 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li Bexdayê her tim bûyerên tundiyê û êrîşên bibombe tên kirin û ji hêla ewlehiyê ve aramî tune.