Bazarên taxan ên Diyarbekirê bêtir şekirên cejnê, şirînahiyên herêmî û dermanê kadeyan tê sitandin. Li sûkên dîrokî û navendên danûstandinê jî bêtir cil û bergên cejnê û pêlav tên stendin.
Alî Demirê ku şekirên cejnê difiroşe got ku firotin niha ne di asta ku em dixwazin de ye û wiha dewam kir: "Çend roj beriya cejnê dê firotin zêde bibe. Niha firotinên me ne di asta ku em dixwazin de ye. Welatî hêdî hêdî amadehiya cejnê dikin û danûstandinê dikin. Qerebalix û danûsitandin dê dawiya hefteyê zêdetir bibe."
Mehmet Yilmazê ku danûstendin kir jî diyar kir ku bihayên li gor her budçeyê hem di navendên danûstandinê de hem jî li sûk û bazaran hene û wiha axivî: "Bihayên li sûk û bazaran gelekî baş in. Bihayê şekiran ji 3 lîreyan dest pê dike heta 30 lîreyî derdikeve. Bihayê pêlavan jî ji 10 lîreyan dest pê dike û mirov dikare bi 300 lîreyî jî pêlavekî bistîne. Ango mirovek dikare bi bihayê ku dixwaze, her tiştê ku dixwaze ji xwe re bistîne. Danûstandinê li gor her budçeyê bi hêsanî dikarin bikin."