HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî Cejna Remezanê ya hemû alema îslamê pîroz kir.
Barzanî di peyame xwe ya ku ji bo cejnê weşand de wiha got: "Ez Kurdistanê, herêmê, Iraqê û hemû misilmanên dinyayê pîroz dikim."
Barzanî di peyama xwe de xwest ku ev cejn bibe wesîle ku dawî li geşedanên neyînî û xirabiyan bê û wiha got: "Ji Xwedayê mezin daxwaza min ew e ku hemû îbadetên ku misilmanan di meha remezana bimbarek de kirin, qebûl bike."
Barzanî di peyama xwe de pesnê pêşmergeyên ku li dijî DAEŞê têkoşînê didin kir û wiha axivî:
"Pêşmergeyan bi wêrekî û qehremaniya xwe dijmin anî rê. Hêzên pêşmergeyan li eniyan ji bo gel û welatê me canê xwe dixin xetereyê. Ez hêzên pêşmergeyan pîroz dikim. Pêşmergeyên ku nav û nasnava Kurdistanê bilind kir, mizgîniya dahatûyeke geş da gelê me."