Sevim Hatun
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê rojên sînemaya bêpere ku Şaredariya Mezin a Diyarbekirê dabû destpêkirin, dewam dikin.
Çalakiyên li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ji bo zarok û mezinan tên lidarxistin dewam dikin. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî sînemayê didin.
Xwendekarên kursa Qur'anê yên dibistana destpêkê ya Cumhuriyet û Huseyîn Ulugê yên li Sîlwanê dawiya hefteyê fîlma animasyonê ya "My Little Pony" temaşe kir.
Zarokan bi wesayitên şaredariyê hildan û tevî mamosteyên wan ve anîn hêwana sînemayê.
Xwendekaran ji bo şahiyê spasiya Şaredariya Mezin kir.