Fahrettin Turğut
14 Hezîran 2023•Rojanekirin: 15 Hezîran 2023
Li Hesenkêfa navçeya Batmanê konser hat lidarxistin.
Qaymeqamtî û Şaredariya Batmanê li Şanoya Amfîyê ya Muzeya Hesenkêfê konser da lidaxistin û Koroya Medeniyetan ya Diyarbekirê konser da.
Di konserê da koroyê sitranên Tirkî, Kurmancî û Zazakî sitirî û welatî eleqeke mezin nîşan dan.
Şaredariya Batmanê erdhejzedeyên ku li wargehan diman jî anîn konserê.
Qaymeqam Şenol Ozturk destnîşian kir ku Hesnekêf di warê turîzmê da şên dibe û wiha got, "Em ê bi hev ra vî bajarî di warê tebîet, çand, turîzm û hunerê da pêşva bibin û bikin navend."
Midûrê Çand û Turîzmê yê Batmanê Îhsan Arslanli, Rektorê Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Îdris Demir û nûnerên saziyan jî beşdarî konserê bûn.