Mehmet Sıddık Kaya
16 Hezîran 2023•Rojanekirin: 17 Hezîran 2023
Li Diyarbekirê nasandina fîlma "Diyarbekirê Bijî" hat kirin.
Di merasima nasandinê da ku li Birca Keçê ya ser Sûrê ya navçeya navendî ye hat kirin Walî Alî Îhsan Su axivî û spasiya wan kesan kir ku keda wan di fîlma nasandina bajêr da heye.
Walî Su ragihand ku wê ev fîlm di qada turîzma bajêr da jî bi kêr bê û wiha domand: "Di van demên dawîn da li Diyarbekirê em di nav pêşketineke mezin da ne û em bi hev ra vê yekê birêva dibin. Ji van yek jî turîzm e. Qada turîzmê li bajarê me bi lez û bez pêş dikeve. Me sala par milyonek mêvan li bajarê xwe ezimand û îsal jî hedef milyon û nîvek e."
Ferîde Vurala derhêner û çêkera fîlma "Diyarbekirê Bijî" jî got ku ew ji bo gerê hat Diyarbekirê û gelek ji bajêr hez kir û wiha domand: "Ez ji hemû kesên di çêkirina vê fîlmê da keda wan heye û alîkariya me kirin ra spas dikim. Di vê rêwîtiya ku me ji bo Diyarbekira bajarê qedîm dest pê kir da 400 kesî cî girt. Di nav 22 rojan da em çûn 13 navçeyan qeydên xwe kirin. Berî wê jî bi qasî mehekî me amadehiya xwe kir."