Reşit Dağ
13 Tebax 2022•Rojanekirin: 14 Tebax 2022
Li Sefertepeya ser Wêranşehira bajarê Rihayê ku berhemên heyama neolîtîk lê hene, vekolana arkeolojîk dest pê kir.
Qaymeqamtiya Wêranşehirê daxuyanî da û ragihand ku di bin şêwirmendiya Doç. Dr. Emre Guldogan da ku li Zanîngeha Stenbolê hîndekar e xebat tên meşandin.
Qaymeqamê navçeyê Onder Çengelê ku li devera vekolanên arkeolojîk lê tên kirin geriya û ji Doç. Dr. Emre Guldogan agahî hilda.
