Melik Fırat Yücel
11 Tebax 2022•Rojanekirin: 13 Tebax 2022
Di eywanên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 2 jê xwemalî 6 fîlm wê bên weşandin.
Di fîlma "Laal Singh Chaddha" ya ku lîstikvanê Hindistanî Amîr Khan û Kareena Kapoor, Naga Chaitanya Akkineni û Mona Singh dileyîzin vê heftê dikeve vîzyonê.
Ev fîlma ji ber fîlma "Forrest Gump" a Amerîkayê ku Tom Hanks dileyîst hatiye kişandin û bi çanda Hindistanê û şêweyekî nû dikeve vîzyonê.
- "Sitrana di dorê da"
Di fîlma Greg Bjorkman derhênerî kir da qala jinikeke hewl dide mêrikekî xilas bike, tê kirin. Fîlm bi şirîkatiya Amerîka û Koreya Başûr hatiye kişandin û di rola sereke da jî Lewis Pullman, Clara Rugaard û Danny Glover dileyîzin.
- "Şer û Evîn"
Di fîlma ku wek lîstikvan Dennis Mojen, Emilia Schule, Svenja Jung, Ken Duken û Anatole Taubman dileyîzîn ji alî Martin Schreier va hat kişandin û fîlm bi cureya xwe romantîk, pêkenîn û dramê di nav xwe da dihewîne.
- "Qesra Çîrokê: Mêvanê Nependî"
Derhêneriya fîlmê alî Burak Kuka va hat kirin û wek lîstikvan jî Ecrîn Su Çoban, Gulse Goçer, Ozan Varol, Dolunay Soysert û Sinan Çatikkaş dileyîzin û tê da qala komeke hevalan dike dixwazin bila warê çîrokan bigihêje rojên xwe yên berê hewl didin.
- Fîlmên tirsê yên vê heftê
Fîlmên tirsê yên ku vê heftê wê têkevin vîzyonê yek jê "Mala Tirsê" ye û bi derhêneriya Matthew Whedon û Andrew Mecham va hatiye kişandin û di vê fîlma malê Amerîkayê da qala du xwîşkên ku rê li ber xerabiyên demên borî malbata wan aciz kirine, tê kirin.
Fîlma tirsê ya bi navê "Ma-Şer" a ku xwemalî ye bi derhêneriya Ugur Kaplan va hatiye kişandin û qala jinikeke ku teza xwe li ser sêhrê dinivîse, dike.