07 Gulan 2016•Rojanekirin: 11 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê piştî operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê ku bi serkeftî temam bûn, di ciyê dengê guleyan da dengê muzîkê bilind dibe.
Li navçeyê piştî ku operasyonên di 28ê sermaweza 2015an da dest pê kirin û di 9ê adarê da bi serkeftî temam bûn jiyana rojane normalîze dibe.
Li Sûrê piştî operasyonan hejmara kesên ku tên serdana ciyên dîrokî jî her ku diçe zêde dibe.
Li kuçeyên ku berhemên dîrokî lê ne dengê muzîkê bilind dibe û welatî jî ji ber rewşa aram diçin serdana berhemên dîrokî.
Kenan Aksuyê Serokê Komeleya Musîkî, Tûrîzm û Çandê ya Diyarbekirê (Diktum-Der) û bikarhênerê Mala Çandê ya Diyarbekirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Sûrên Diyarbekirê û Bexçeyên Hevselê di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da ne.
- "Sûr dilê Tirkiyeyê ye"
Aksu diyar kir ku gelek kêfxweş in ku Sûr vedigere rojên xwe yên berê û wiha xeberda: "Li Diyarbekirê jiyane rojane hêdî hêdî normalîze dibe. Welatî tên Sûrê û normalîzebûna Diyarbekirê asayîbûna Tirkiyeyê ye. Sûr dilê Tirkiyeyê ye."
Bikarhênerê Qesra Îskender Paşa Seyfettîn Mustlu diyar kir ku 5 meh e qesr girtî ye û got ku me bêriya mişteriyên xwe kiriye.