12 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê li 6 tax û kolanekê piştî qedexeya derketina derva li dijî endamên PKKya rêxistina terorê operasyon hat kirin.
Piştî qedexeya li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savê û Kolana Gaziyê operasyonê dest pê kir.
Di operasyona ku bi destê polês û cendirmeyan tê meşandin da ji bo sivîl zirarê nebînin bi hesanî operasyon tê kirin.
Çûn û derketina li navçeyê tê kontrolkirin û cendirme jî ewlehiyê hildidin.
Hat diyarkirin ku operasyon dewam dike.