Özkan Bilgin
17 Tebax 2022•Rojanekirin: 24 Tebax 2022
Li Gurpinara navçeya Wanê di xebatên erdkolandinê da li çiyayê ku bilindahiya wê 2 hezar û 900 mêtro ye bermayiyên keleha Urartuyan ya 4 qedeme û odeyeke merzelê ya di nav zinar da hatiye çêkirin, hat dîtin.
Ekîba serokê wan Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Rafet Çavuşoğlu ye ji bo berhemên dîrokî yên li navçeyê derxin holê xebatên Projeya Lêkolînên Rûyê Erdê ya Arkeolojiyê didomînin.

Midûriya Giştî ya Muzeyan û Hebûnên Çandî ya Wezareta Turîzm û Çandê jî piştgiriyê dide van xebatan.
Ekîbeke 10 kesên ji arkeolog, antropolog, dîrokzanên hunerê û akademîsyenan pêk tê hilkişiyan Çiyayê Akê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 900 mêtro ye.
Çiyagerê pispor Mustafa Bîngol rêberiya ekîbê kir û piştî rêwitiyeke 3 saetan ew gihîştîn lûtkeya çiyê.
Ekîbê bermayiyên keleheke ji heyama Urartuyan ya di dema talûkeyê da wek 4 qedeme tê bikaranîn, tê da kuleya çavdêriyê, herqa avê, maleke mezin (dîrhe) û merzelekî di odeyê da dîtin.
Hat gotin ev di Heyama Navîn da ji hêla rêvebirên Urartuyan va hatiye bikaranîn.
- "Em rastî perçeyên seramîkê yên heyama Urartuyan, Heyama Navîn û Heyama Hesin hatin"
Prof. Dr. Çavuşoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand keleh bi teknîka "pîramîdal" va hatiye çêkirin û taybetmendiyên Urartuyan ya klasîk di xwe da dihewîne.

Çavuşoglu anî ziman ku dirêjiya kelehê 100 mêtro û berayiya wê jî 25 mêtro ye û wiha dewam kir: "Di hundirê wê da mekanên avahîsaziyê yên ji Heyama Navîn jî hene. Me dît ku başûrê Çiyayê Akê bi qedeme ji bo cihûwarbûnê hatiye bikaranîn. Di lûtkeya herî bilind da jî cihekî çavdêriyê heye. Çiyayê Akê ji hêla cihê xwe va cihekî pir baş da ye û nêzîkî cihên derbasûnê ye. Ji ber ku ev der nêzîkî çavkaniyên avê ye jî hatiye hilbijartin.
Ji ber şertên avûhewayê û ji bo ku ji tavê bêtir sûdê bigirin hêla rojavayê başûr hatiye tercihkirin. Li dewrûberê em rastî gelek perçeyên seramîk ên ji serdema Çaxa Navîn, Çaxa Hesin û Urartuyan hatin."

Çavuşoglu got ku li rojavayê başûrê berateyê kelehê wan ciyekî jê ra dibêjin "mala qerase" tesbît kir û wiha dewam kir:
"Dîwarê derva yê vî ciyî 2 metre ye. Ev der nexasim ji hêla heywandariyê pir girîng e, îro roj jî zozanek e ku pez lê diçêre. Li hêla başûr a kelehê 30 metre qanala avê heye ku li ser teht hatiye vekirin. Tiştekî girîng ê din jî merzelê teht e. Ev merzel di zikê tehtekî da hatiye vedan û bi qasî 10 metreyan ji erdê bilindtir e. Ji ber ku pir asê ye me nikaribû em derkevin, lewma me droneê dîmena wê kişand. Taybetên klasîk ên Urartuyan li xwe dihewîne."

Xwendekara doktorayê ya beşa arkeolojiyê Dilara Demirtaş a beşdara ekîbê jî diyar kir ku erdnîgariya Gurpinarê pir asê ye û lewma jî piştî rêwîtiyên zor û zehmet li ciyên ku ew diçin, ew ciyên dîrokî tesbît dikin.