03 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
BÎTLÎS
Li Elcewazê welatiyên ku ji bo avjeniyê çûn ber golê, di rêya meşê ya ku hê xebat lê tên kirin da berhemên ku li gor texmînan ji dewra Ûrartûyan e, dîtin.
Welatiyên ku ji bo avjeniyê çûn texma Kiztaşiyê, li ser rêya ku şaredarî ji bo meşê çêdike, di nav axê da kûpekî çalkirî dît.
Ekîbên cendirmeyan li ser caba welatiyan hatin wê derê û li der û dora cihê ku kûp tê da çalkirî ye, tevdîrên ewlehiyê hildan.
Ji Midûriya Mûzeya Xelatê ekîbek hat û kûp derxist. Di nav kûp da 3 cêrên şerabê û xişrek derket.
Eser ji bo lêkolînê birin Midûriya Mûzeya Xelatê.
Qaymeqamê Elcewazê Ozer Ozbek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku eser ji kîjan dewrê ne, wê piştî lêkolîneke berfireh kifş bibe.
Ozbek wiha got: "Li gor arkeologên ku ji Midûriya Mûzeya Xelatê hatin, eser aîdê dewra Ûrartûyan e."