Muhammet Mutaf
10 Îlon 2022•Rojanekirin: 11 Îlon 2022
Li Erziromê Suleyman Coşkunê ku digel kalemêriya xwe, pîşeya xwe ya çêkirina tizbiyan ya ku di zaroktiya xwe da fêr bûye didomîne, ji bo ku tizbiya herî xweşik çêke, bi hub û eşqa roja ewil dixebite.
Suleyman Coşkunnê 75 salî yê li navçeya Oltuyê dijî, di 8 saliya xwe da ew meraq pê ra çêbû ku bi alavên apê xwe teletel tizbiyan çêke. Coşkun pey ra ji ber ku apê wî ji ber emilandina alavên wî bi hêrs bû, ji xwe ra alav çêkir û dest bi pîşeyê kir.

Coşkun her wisa di kurtemekê da xwe bi pêş da bir û ji wê rojê vir va di çêkirina tizbiyan da berdewam e.
Coşkunê ku li navçeyê cara ewil "îmameya duqul" çêkir, di 52 salên jiyana xwe ya pîşeyî da sîparîşên taybet jî werdigire û bala koleksiyoneran dikişîne.

Coşkunê ku ji bo Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî tizbî çêkir, li ser wê nêrînê ye ku heya tenduristiya wî rê bide dê pîşeya xwe bidomîne.
Suleyman Coşkun ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, heya ku ji wî were ew ê pîşeya xwe ya ku di zaroktiya xwe da fêr bû, bidomîne.

Coşkun bal kişand, tizbiyên ku wî di destpêka pîşeya xwe da çêkirin li cem zêrfiroşan bi bihayên baş hatin firotin û lewma wî jî bi kelecanî pîşeya xwe berdewam kir.
Coşkun got ku wî li gorî daxwazê tizbî çêkirin û wiha dewam kir:
"Di jiyana xwe ya pîşeyî da min tizbiyên taybet jî çêkirin. Însanên ku ji tizbiyan hez dikin û meraqa wan ji tizbiyan ra heye, çawa dixwazin em wisa çêdikin. Li Tirkiyeyê tu bajêr nema ku min jê ra tizbî çênekir, her wisa ez ji bo dervayî welêt jî çêdikim. Zêdeyî 50 salan e ez vî pîşeyî dikim. Ez qet ji vê hunerê aciz nebûm. Roja ku çavê min nebîne û destê min negire, ez ê wê rojê dest jê bikişînim."