Li Tirkiyeyê mirov vê nebatê wek êmîş dixwin an jî qehweya wê çêdikin. Li Herêma Kurdistana Iraqê ev nebat wek kizwan tê binavkirin û piştî gelek zehmetiyan tizbî jê tê çêkirin.
- Talabanî jî van tizbiyan dikşîne
Serokomarê Iraqê Celal Talabanî jî hem di saxiya xwe de û hem jî di nexweşiya xwe de ji van tizbiyan dikşîne. Bihayê van tizbiyên ku wek cil û bergên pêşmergeyan bûne sembola vê çandê, ji 4 dolaran dest pê dike û heta 600 dolarî jî tê firotan.
Dara kizwanê bi tenê li Silêmaniyê hêşîn dibe. Gundî di meha tîrmehê de ji bo menengîçê derdikevin ser çil û çiyan. Hin kes bi destan, hin kes jî bi kêrên tûj qalikê dara menengîçê radikin û didin ber tavê. Ev nebat di nav du mehan de li ber tavê reş dibe, paşê gundî di meha îlonê de gundî wan ji daran berhev dikin. Qalikên li ser kizwanan radikin û wan qul dikin ku bikin tizbî. Di nav van du mehan de divê baran nebare ku keda gundiyan belahewa neçe.Tizbiyên herî biha ji dara lasûreyê bi rengê sor an jî reş tên çêkirin û neqşa wan jî zêdetir e.
- Sûka Tizbiyan
Tizbiyên ku tên çêkirin reng bi reng in û li sûka Hewlêr û Silêmaniyê tên firotin. Sûka Keleyê ya Hewlêrê 'Çarşiya Tizbiyan' heye û tizbiyên ku têne çêkirin li wir bala muşteriyan dikşînin. Hin firoşker tizbiyan dikin stûyê xwe û gazî dikin, hinek jî li cihê firotinê tizbiyan çêdikin.
Îsmail Mihemedê ku 21 salane tizbiyan çêdike wiha got: "Di nav 30 deqîqeyan de heb ji ta tên derbaskirin û îmameya wan tê amadekirin. Ev kar sebrê dixwaze. Çav û dest pir diwestin."
Yûnûs Saîdê ku 36 salane vî karî dike jî diyar kir ku yên dirêj bêtir tên firotin.
Erdalan Îsmaîlê ku tizbiyan difroşe jî got ku bi saya Celal Talabanî ev tizbî tê naskirin û gelek kes van tizbiyan dikşîne.
Ji welatiyan Şêrwan Ûsif û Behran Mihemed jî diyar kirin ku ev xemla kurdan e û çanda sebrê ye. Ew ji bo wird û diayê van tizbiyên dirêj dikirin.