Türkan Tosun
04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 06 Nîsan 2019
Qasidên turîzmê yên rojavayê berê xwe dan cih û warên dîrokî û xwezayî yên bakurê rojhilat.
Bajarên Îdir, Qers, Erdexan û Agiriyê di demên dawîn da bala turîstan û şirketên turîzmê dikşînin.
Şirketên turîzmê zivistanê ji bo berf û xweşiqitandinê, havînê jî ji bo cih û warên dîrokî û xwezayî qefleyên turîstan tînin herêmê.
Zerrin Sapmaza ji Stenbolê turîstan tîne herêmê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand herêm ji ber taybetmendiyên çandî, xwezayî û dîrokî bala turîstan pir dikşîne û wiha axivî: "Em wek qasidên turîzmê, rêberên turîstan, rêberên mîratên dinyayê bi taybetî hatin vir. Armanca me ew e ku em Rojhilatê bi Rojavayê baş bidin nasîn. Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi tena serê xwe, her yek perçe, her yek cihê xwe va xwedî taybetmendiyekêye, girîng e."
- "Herêm ji hêla xweza, çand û dîrokê ve nuwaze ye"
Sergul Açikê karê turîzmê dike jî got herêm li rojavayê baş nayê zanîn û wiha axivî: "Herêm li gor em xeyal dikin zêdetir xweştir e. Ji hêla xweza, çand û dîrokê ve nuwaze ye. Li dervayî xeyalên me ye. Çiya, xweza, geliyên di nav çiyayan da, heywanên kovî em sermest kirin. Piştî ku têra xwe bê nasîn her kesê li rojavayê dijî wê eleqeyê nîşanî çand, xweza û dîroka vê derê bide."
- Berhemên dîrokî
Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ye, Xirbeyên Aniyê, Keleha Qersê, Keleha Şeytan a li Erdexanê, Kerwansaraya Ejder û Abîdeya Tirkên Şehîd ên li Îdirê cihên dîrokî yên herî balkêş in.
Ji hêla xwezayê va jî Girên Gokkuşagi ya li Îdirê, Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê, Gola Masiyan a li Agiriyê, Germavên Diyadînê, Qamişgeha Bazidê, Daristanên Sariqamîşa Qersê, Gola Kuyucukê, Çiyayên Allahu Ekber, Gola Çildirê ya li ser sînorê Qers û Erdexanê, Kanyona Çildirê, Gola Aktaşê ya li Erdexanê cihên ji bo gerê ne.
Çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê Çiyayê Agiriyê jî li herêmê bala çiyageran dikşîne.