Li ser agahdariyê tîmên Midûriyeta Rêbejê piştî xebateke 6 saetî wesayîtên di rê mayî xelas kirin.
Şefê Şaxa 123an ya Rêbejê Fuat Ozturk daxuyanî da nûçegihanî AAyê û wiha got: "Li herêmê gelek wesayîtên bargiran û bêzincîr di rê de man. Li herêma rêya D100-31ê barîna berfê dewam dike. Tîmên me 7 roj û 24 saetan dixebitin."