Nihat Kavşut
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
BATMAN
Li Heskîfa navçeya Batmanê sala bê wê muzeyeke rêç û rengên medeniyetên li herêmê nîşan dide vebe.
Li Heskîfê neqilkirina Tirbeya Zeynel Beg a di çarçoveya xebatên parastina berhemên dîrokî da ji bo di bin Bendava Ilisuyê da nemîne neqlî Qada Parka Çandî ya Nû ya Hesenkêfê kirin, temam bû.
Di çarçoveya xebetan da li Qada Parka Çandî ya Nû ya Hesenkêfê muzeyeke modern tê çêkirin. Muzeya Hesenkêfê ya li ser 60 hezar mêtroqereyî tê avakirin 6 hezar û 600 mêtroqereyê muzeyê wê sergitî be û beşên din vekirî bin.
Muze sala bê wê were vekirin û berhêmên li Heskîfê û derdorê hatine derxistin bînin muzeyê.
Yalçin Kurtê Midûrê Giştî yê Muze û Berhemên Dîrokî ya Wezareta Çand û Tûrîzmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir Heskîf ji bo çand û medeniyetê li dereke girîng e.
Kurt diyar kir wezaret ji bo parastina berhemên dîrokî bi salan e dixebite û got di vê çarçoveyê da Tirbeya Zeynel Beg a hat neqelkirin tirbeyeke girîng e.
Yalçin Kurt destnîşan kir li gor benda 7emîn a Peymana Venedikê divê berhemên dîrokî li ciyê wan bên parastin û got tenê ji bo berhemên menfeetên neteweyî û navneteweyî tê heye destûra neqilkirinê tê dayîn.
Kurt diyar kir ji xeynî Tirbeya Zeynel Beg gelek mezel, hemam, mizgeft û tirbeyên din jî hene û divê bên neqilkirin.