İbrahim Atmaca,Önder Beyter
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
MUŞ
Li Mûşê Camiya Mezin a dîrokî hat restorekirin û ji bo îbadetê vebû. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî Camiya Mezin û Mizgefta Alaaddîn Beg didin.
Camiya Mezindi sedsala 14emîn da ji aliyê Şêx Mûhemmedê Mexrîbî va bi mîmariya Selçûkî va hatiye çêkirin. Bingeha mizgeftê wek lakêşe hatiye çêkirin û piştî restorasyonê par vebû.
Mizgefta Alaaddîn Beg jî di sedsala 18emîn da bi mîmariya Osmanî hatiye çêkirin, bingeha wê wek kare hatiye çêkirin û tê da neh nef, motîfên qendîlê yên pirpişandî hene. Minareya wê ji du kevirên rengîn va hatiye çêkirin. Restorasyona vê mizgeftê jî du meh berê hat kutakirin.
Her du mizgeft jî ji îbadetê ra hatin vekirin û welatî eleqeyeke mezin nîşanî mizgeftan didin.
Miftiyê Mûşê Alettîn Bozkurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî restorekirina mizgeftan, rewşeke mizgeftan a otantîk çêbûye.
Bozkurt diyar kir, welatî dixwazin di mizgeftên dîrokî da nimêjê bikin û wiha dewam kir:
"Dema ku ez jî li mizgefteke dîrokî nimêj dikim, hizûrê dibînim. Manewiyata wan mizgeftan zêdetir e. Lewra bav û kalên me li wê derê nimêj kirine. Divê em qîmetê bidin mizgeftên dîrokî."
Bozkurt diyar kir ku temîra Mizgefta Hecî Şeref jî wê di kurtedemekê da dest pê bike.
- "Ev mizgeft, mîrasa ecdadê me ne"
Melayê Mizgefta Alaaddîn Beg û Serokê Komeleya Çêkirin û Jiyandina Mizgeftên Navenda Mûşê Abdullah Guler jî destnîşan kir ku mizgeftên dîrokî girîng in û ji ber hindê cemaet bi taybetî jî van mizgeftan tercih dike.
Guler herwiha bal kişand ku divê gel xwedî li mizgeftên dîrokî derkeve û wiha pê da çû, "Ev mizgeft, mîrasa ecdadê me ne. Ji ber hindê divê em jî mîna çavê xwe xwedî li van berheman derkevin. Îbadeta li mekanên dîrokî bêtir xuşûyê dide mirov."
Welatî Ramazan Erten jî diyar kir ku nimêja li mizgeftên dîrokî bêtir watedar e û wiha dewam kir, "Mizgeft hemû malên Xwedê ne. Lêbelê nimêja li mizgeftên dîrokî zehftir xweş û cuda ye."