Fatih Gazioğlu
13 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Yûsuf Nabiyê Helbestvanê Edebiya Klasîk a Osmanî di salvegera mirina wî ya 307emîn da tê bibiranîn.
Navê helbestvanê mezin li Rihayê dane gelek mekteb, park û navendên çandê.
Helbestvan Yûsuf Nabî di sala 1642an li Rihayê hat dinyayê. Zarokatiya Nabî di nav feqiriyê da derbas bû.
Nabî di 24 saliya xwe da tê Stenbolê û li vê derê perwedeya xwe didomîne.
Nabî di heyama xwendekariya xwe da dest bi nivîsîna helbestan dike û li bajêr tê nasîn. Nabî piştî demeke kin wek katibê Damad Mistefa Paşa tê wezîfedarkirin.
Helbestên Nabî bala Siltan Mehmedê 4an jî dikşîne.
Nabî ji mesnewiya xwe ya ewil bi navê "Surnameyê" di sala 1675an li Edîrneyê amade dike.
Mesnewiya "Surnameyê" behsa merasima sinetkirina zarokên Siltan Mehmedê 4an dike.
Nabî piştî wefata Damad Mistefa Paşa di sala 1686an diçe Helebê. Nabî li Helebê qasî 25 salan dijî û piranî berhemên xwe li vê derê dinivîse.
Nabî li vê derê demeke dirêj li ber destê Mehmed Paşayê Baltaciyê Waliyê Helebê dixebite. Nabî mesneweyiya "Xeyriye" ya navdar jî li vê derê dinivîse. Berhemên ku Nabî nivîsandin yên din jî ev in:
"Dîwana Tirkî, Dîwana Farisî, Xeyrabad, Terceme-î Hedîs-î Erbaîn, Fetihname-î Kamanîçe, Zeyl-î Siyer-î Weysî û Munşeat."
Helbestvan Nabî di 13yê nîsana sala 1712an da wefat kir. Nabî li Uskudara navçeya Stenbolê li Goristana Karacaehmedê hat veşartin.
Helbestvan Nabî di Edebiya Klasîk a Osmanî de wekî şairê "tefekurê" tê nasîn.