13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
ŞANLIURFA
Di operasyona li Bîrecîka navçeya Rihayê da 5 kesên ku tê îdiakirin, qaçaxçîtiya çekan dikin hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyê, ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê li taxa Almaşar, Cumhuriyet û Ugurcukê operasyon birin ser hin navnîşanan.
Ekîban di lêgerîna van navnîşanan da 2 çekên lûledirêj, 3 demançeyên bêruxsat û 157 gule bi dest xistin.
Der heqê bûyerê da A.K, S.K, O.K, S.E. û M.A.T. hatin binçavkirin.