Li Qersê, serdema goştê qazan ên ku di tenûran de tên patin hat.
Gundê Demîrkenta li ser navçeya Akyakayê yek ji navenda herî girîng a Tirkiyeyê ya xwedîkirina qazan e. Jinên herêmê di serdema serjêkirina qazan de, qazan serjêdikin di tenûran de dipijînin û ji bo xizm û mêvanên xwe amade dikin.
Piştî ku berf dibare gelê herêmê qazan serjê dikin û goştê wan, di beroşên mezin de, li ser tenûrê bi qasî 2 saetan dipijînin. Piştre têlêkê di piyê qazan re dikin û qazan dikin hundirê tenûrê û demek li ser agir sor dikin. Goşt bi wî awayî di donê xwe de sor dibe.
Goştê qazan û yek ji xurekên herêmî "kabilca" bi hev du re tên çêkirin. Qaz digel kabilcayê, di donê xwe de tê pijandin û tehmên cuda derdikevin holê. Gelê herêmê vê tehma taybet ji bo xizm û mêvanên xwe amade dike.
Altinay Karaçopa li gundê Demîrkentê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Karaçopayê got ku ciheke taybet a goştê qazan di çanda wan de heye û got ku ew zivistanê goştê qaza zehf dixwin.
Karaçopayê got ku ew ji meha adarê heta dawiya salê qazan xwedî dikin û wiha dewam kir: "Em di dawiya salê de qazan serjêdikin. Em bi taybetî li hêviya zivistanê dimînin. Em goşt ji bo mêvanên xwe amade dikin û herwiha nisîbê kê tê de hebe em didin."
Karaçopê got ev ji tehmekê me ya herêmî ye û wiha dewam kir: "Em pêşî du saetan qazan li ser tenûrê di beroşekê mezin de dipêjînin. Piştre em şîşekî di piyê wan re dikin û dikin hundirê tenûrê. Nêzî du saetan di hundirê tenûre de sor dibe. Em bi goşt re 'kabilca' jî çêdikin. Kabilca bi rûnê qazê dipije û tehmeke xweş û cuda derdikeve holê."