QERS
Li Qaqizmana navçeya Qersê di navbera hêzên ewlehiyê û endamên PKKê de şer derket û ji endamên rêxistina terorê 3 kes li cihê bûyerê mirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan komeke ji rêxistina terorê di ser santrala hîdrolîkê ya li texma Tûzlayê de girtin. Piştî ku agahî hat hildan ji hêzên ewlehiyê ekîbeke taybet çû cihê bûyerê lê rastî êrîşê hat.
Li ser êrîşê hêzên ewlehiyê jî bersiv dan û ji rêxistina terorê 3 kes hatin kuştin.
Der heqê bûyerê de Qaymeqamê Qaqizmanê Mûsa Uçgul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bûyer bi dawî bûye û li cihê bûyerê tewdîrên ku hewce dikin jî hatin girtin.
Uçgul destnîşan kir hêzên ewlehiyê ji bo qefaltina kesekî ku ji cihê bûyerê reviya jî xebatên lêgerînê didomînin.
Hat ragihandin piştî bûyerê di wesaîta ku lêgerîn tê de hat kirin de 4 keleş û gelek bombe hatin bidestxistin.