14 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Sûra navçeya Diyarbekirê ya ku ji ber êrîşên terorîstên PKKyî lê jiyan sekinîbû bi avakirina qonaxên li gor dîroka wê va wê zehf xweş be.
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo ku Sûra ji êrîşên PKKya rêxistina terorê zirar dîtibû bibe navenda cazîbeyê bi Midûriyeta Gişkî ya Weqafan û şaredariyê ra xebatan dike.
Di vê çarçoveyê da xebatên binsaziyê, çêkirina kuçeyan, nûjenkirina navçê û peyzajê, projeyên qonaxên dîrokî û xebatên restorasyona 14 berhemên dîrokî dewam dikin.
Xebatên rekreasyona li 115 dolim erdê li dorberê Mizgefta Hz. Silêman hat temamkirin û ji xizmetê ra hat vekirin. TOKÎ ji bo welatiyên ku di êrîşên terorê da malên wan xirab bûn li texmên Colguzelî û Uçkuyuyê 5 hezar û 637 xaniyan çêdike, ji wan hezar û 400 avahî li xwediyên wan hatin belavkirin.
Bi temamkirina projeyan va navçeya dîrokî ew ê bibe ciyê sohbetê, zarokê li hewşên wê derê şah bibin, xaniyên xirab bên rakirin, li gor mîmariya herêmê xaniyên nû bên çêkirin.
Li navçeya ku ji ber êrîşan bû xirabe ew ê bi xebatên wezaretê yên di çarçoveya Pîlana Avakirina Bi Armanca Parastinê da hetanî dawiya salê bê avakirin.
- "Xebata berfireh demeşe"
Bîlal Ozkanê Wekîlê Şaredarê Sûrê yê ku bi destê Wezareta karên navxweyî hat wezîfedarkirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku qismekî xaniyên ku TOKÎ çêdike di 1ê nîsanê da di ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da li xwediyên wan belav kirin.
Ozkan bal kişand ku di gava ewil da avakirina qonaxên li gor dîroka Sûrê didomînin û got, "Li Sûrê, gava herî mezin a bajarvaniyê ya Tirkiyeyê tê avêtin. Xebateke berfireh a binesazî, çand, dîrok û hawirdorê tê meşandin."
Ozkan bal kişand ku rêxistina terorê zirar da navçeyê, ji ber êrîşan li hin ciyên Sûrê jiyan sekinî.