Nivîskar û dîplomatê teqawitbûyî Akin Ozçer der heqê polîtîkayên PKK û HDPyê de got ku nirxandina 'li hemberê Tirkiyeyê Îran û Sûriyeyê bi PKKyê re tifaqa xwe kir yek' a ku di nava belgeyên Erebistana Siûdî yên ku Wîkîleaksê ber bi dawiya hezîranê belav kir de hene, piştrast dike û wiha bal kişand, "Polîtîkaya PKKyê ya dujmintiya bi AK Partiyê re ku AK Partiyê Pêvajoya Çareseriyê dabû destpêkirin û çi baş çi xirab dimeşand, lê li aliyê din bi rejîma Esed re tifaq, helbet ev li ser vê mantiqê tê avakirin."
Peywirdarê berê yê Wezareta Karên Derva Ozçer ê ku li Îspanyayê 4 sal wezîfe kir û li ser ETAyê bi salan lêkolîn kir û xebatên berfireh derxist holê, rûdanên dawîn ên tundiyê ji peyamnerê AAyê re nirxand.
Ozçer destnîşan kir ku PKK ji gelek aliyan ve ji ÎRAya ku ji bo serxwebûna Îrlandaya Bakûr şer kir û ji ETAya ku dixwaze herêma Baskê ji Îspanyayê veqete, cuda ye û wiha got, "Pêvajoya Çareseriyê ya ku Serokomar Erdogan got ku wan, ew kiriye hundirê sarincê pir binirx e û pir bi kêrî civakê hat."
Ozçer diyar kir ku daxuyaniyên rêxistina terorê û yên partiya dûvika wî ya siyasî yên mîna, "Em vegeriyan salên 90î" ne rast in û wiha dewam kir:
"Heger Pêvajoya Çareseriyê nebûya, heqet wî çaxî em dikaribûn vegeriyana salên 1990î. Heger Pêvajoya Çareseriyê nebûya HDP û PKK şûna dujmintiya AK Partiyê, herwekî salên 90î, dê bigotana bira rewşa awarte were rakirin, perwerdeya zimanê dayîkê were dayîn. Li dû hev, gavên demokratîkbûnê yên ku divê bên avêtin dê bijmartana. Bereksê wê aniha hem PKK û hem HDP û hem jî kurdên li Ewropayê dibêjin ku Pêvajoya Çareseriyê bila bidome. Ji ber ku AK Partiyê di 13 sal heyama desthelatdariya xwe de hin reformên qanûnî-destûrî kiriye, loma wiha dibêjin. Anku Pêvajoya Çareseriyê, Tirkiye anî qonaxeke girîng. Ji ber vê qasê parastina wê ya di sarincê de baş e."
- "Heger PKK, ETA bûya dê êrîşê mîmarê çareseriyê nekira"
Akin Ozçer bal kişand ku di heyama bêdenbûna çekan de derket holê ku PKK ne ETA ye û wiha domand, "Lêbelê herçiqas destûreke me ye demokratîk tunebe jî gavên pir cidî hatin avêtin. Digel gavên demokratîkbûnê PKKyê car caran bûyerên şidetê pêk anîn û mase qeliband. Çi baş çi xirab mîmarê vê Pêvajoya Çareseriyê AK Partî ye. Lêbelê PKK dujmintiya AK Partiyê dike. Heger PKK rêxistineke mîna ETAyê bûya, digel gelek dijberên xwe, dê êrîş nebira ser AK Partiyê ya ku çareseriyê di bêçekbûnê de dibîne. Rêxistin bi israr û eks êrîş dike û dibêje AK Partiyê, 'ezê te ji desthelatdariyê bînim xarê'."
- "PKKyê bi Esed û Îranê re tifaqa xwe kir yek"
Ozçer destnîşan kir ku PKK dibêje, "Em serxwebûnê naxwazin" û lê dîsa jî çekan danaynin û wiha pê de çû:
"Hem serxwebûnê naxwazin û hem jî çekan danayinin, ev pir manedar e. Polîtîkayên PKK û HDPyê, nirxandina 'li hemberê Tirkiyeyê Îran û Sûriyeyê bi PKKyê re tifaqa xwe kir yek' a ku di nava belgeyên Erebistana Siûdî yên ku Wîkîleaksê ber bi dawiya hezîranê belav kir de hene, piştrast dike. Polîtîkaya PKKyê ya dujmintiya bi AK Partiyê re ku AK Partiyê Pêvajoya Çareseriyê dabû destpêkirin û çi baş çi xirab dimeşand, lê li aliyê din bi rejîma Esed re tifaq, helbet ev li ser vê mantiqê tê avakirin. Wisa xuyan dike, heya ku Esed neçe PKKyê siyaseta xwe neguherîne."
- Akin Ozçer kî ye?
Di sala 1952yan de li Stenbolê hat dinê. Di sala 1978an de di Wezareta Karên Derva de dest bi wezîfeyê kir. Piştî xizmeta li navendê 2 salan li Somaliyê kar kir. 3 salan jî li Lyonê ma û vegeriya navendê. Li navendê di Daîreya Pêwendiyên Dualî yên digel Welatên Ewropayê de xebitî. Wekî serkonsolos ewil çû Strazburgê, Konseya Ewropayê û dû re jî derbasî Urumiyeyê bû.
Di Daîreya Balkanan de xebitî. Wekî misteşar tayîna wî derket Madrîdê, li wir 4 salan ma. Geşedanên li Îspanyayê û bi taybetî jî neteweperweriya Baskê bala wî kişand ser xwe. Kitêba "Di Dîroka Siyasî ya Îspanyayê de Neteweperweriya Baskê" ya ku ji du berg û 650 rûpelan pêk tê nivîsand.
Ozçer lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser ETA, ÎRA û PKKyê berdewam dike.