Melik Fırat Yücel
29 Îlon 2022•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2022
Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 8 jê xwemalî 11 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Fîlma "Alaboraşk"ê ya Alî Can Gebeş ya ku serlîstikvanên wê Cemal Hunel û Belçîm Bîlgîn in wê têkeve vîzyonê.
Lîstikvanên fîlmê Erkan Can, Îlhan Şeşen, Tuna Orhan û Ruçhan Çalişkur in.
Di fîlmê da Aliyê li bajarokeke Behra Reş masîgiriyê dike û destgirtiya wî Esma wê bizewicin. Lê dema ji roja wan a zewacê ra hindik dimîne bûyerek biêş diqewime û ew mecbur dimînin ku tiştekî bi zor hilbijêrin.
- "Şaşfêmkirin 2"
Derhênerê fîlma "Şaşfêmkirin 2"yê Aykut Taşkin û serlîstikvanên wê jî Cemal Hunal, Yilmaz Gruda, Fatîh Ozkan, Islam Mehreliyev û Elcan Rasulov in.
Cureya fîlmê komedî ye.
Di fîlmê da behsa aşpêjekî wisa difikire êdî nikare xwarinan çêbike tê kirin. Çîroka wî ya şaşfêmkirinê ya ji Tirkiyeyê dest pê dike û heta Azerbeycanê dewam dike tê behskirin.
- "Zuhal"
Derhênera fîlmê Nazli Elîf Durlu ye.
Lîstikvanên fîlmê Nîhal Yalçin, Sadî Celîl Cengiz, Çagdaş Ekîn Şîşman, Sena Başdogan û Sencar Sagdiç in.
Di fîlmê da parêzereke jin di apartmana ku lê dijî da dengê pişîkekê dibîhîze, dema ku dixwaze pişîkê bibîne digere mecbur dimîne ku bi cînarên xwe ra biaxive. Fîlm behsa serpêhatiyên wê dike.
- "Eskerê Bipere: Mûsil"
Derhênerê fîlmê Serdar Aslan e û cureya wê aksîyon e.
Lîstikvanên fîlmê Mehmet Volkan, Ferît Aslan, Oktay Emre û Sedat Arde ne.
- "Mekan"
Derhênerê fîlmê Enes Hakan Tokyay e û cureya wê dram e.
Di fîlmê da navê mekaneke "Aura" ya ku wê bê nûkirin heye ku behsa merivên tên wê derê t kirin.
- Fîlmên xwemalî yên tirs û xofê yên vê hefteyê
Derhênerê fîlma bi navê "Deng: Şeva Bêdawî" Yusuf Ozgu ye.
Lîstikvanên fîlmê Îbrahîm Kendîrcî, Seda Alpat, Hasan Yavuz, Dogan Sîler û Rumeysa Hamurcu ne.
Fîlma tirsnak "Yudi: Cinên Yedikonukê" ya Mert Uzunmehmet û Dogukan Misir, çîrokeke paranormal rave dike.
"Bibişire" ku ji kurtefîlma derhêner Parker Finn hatiye veguhestin dixwaze sawhezan di salonên sînemayê da bicivîne. Fîlma berhemanîna Amerîkan qala çîroka sawgêr a psîkiyatrê klînîk dike ku bûyerên tirsnak û yên ku nayên ravekirin, tên serî.
- "Vesper"
Fîlma macera û zanist sêwirînê "Vesper" ya ku Raffiella Chapman, Eddie Marsan û Rosy McEwen tê da wek serleheng dileyîzin, bi derhêneriya Kristina Buozyte û Bruno Samper derket ser perdeya sînemayê.
Fîlm di paşerojeke dîstopîk a piştî rûxîna ekosîstema dinyayê da derbas dibe û li ser jiyana Vespera ku keçeke 13 salî ye dike ku tevî bavê xwe Darius hewl dide li jiyanê bimîne.
- "Hîkehîka Maleke Tenê"
Fîlma "Hîkehîka Maleke Tenê" ya ku Maya Forbes û Wallace Wolodarsky derhêneriya wê hildan ser xwe, qala bûyerên ku emlaqvana sarkastîk Hildy Gooda New Englandî piştî ku jinûva rastî evîndarê xwe yê lîseyê tê, tên serî.
Cureya fîlmê dram û komedî ye û her wiha kesên wekî Sigourney Weaver, Kevin Kline, Morena Baccarin, Rob Delaney û David Rasche di fîlmê da dileyîzin.
- "Lingên Beza: Di Rêya Olimpiyatê da"
Fîlma anîmasyon "Lingên Beza: Di Rêya Olimpiyatê da" ya ku Çagri Cem Bayrakli derhênerê wê ye, li ser çîroka Ali radiweste ku di kariyerê xwe yê werzişê da digel astengî û bêtalihiyan, hewl dide potansiyela xwe derxe holê.