Aişe Hümeyra Bulovalı
07 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2022
Li salonên sînemayê vê hefteyê ji aksiyonê bigire heta fantastîkê, ji komediyê bigire heta rageşiyê, dudu jê xwemalî, 4 fîlm ketin vîzyonê.
Di fîlma "Thor: Eşq û Gurîna Ewran" da Chris Hemsworth, Natalie Portman, Christian Bale dileyîzin û Taika Waititi derhêneriya fîlmê dike.
Dema qala mîtolojiya Îskandînavê dibe Thorê tê bîra meriv û fîlm bi serboriya Thor dest pê dike. Thor di fîlmê da son xwariye ku li dijî xwedavendan şer bike û di vê çarçoveyê da li dijî Gorr the God Butcher têdikoşe.
- "Bêhna Xwînê"
Di fîlma ku James Nunn derhêneriya wê dike da Holly Earl, Jack Trueman û Catherine Hannay dileyîzin.
Cureya fîlmê rageşî ye û Qraltiya Yekbûyî daye çêkirin. Di fîlmê da grûbek ciwan li Meksîkayê di betlaneya xwe ya biharê da rastî bûyerên nexweş tên û semasî êrîşî wan dike.
- "Şansê Neweşikan"
Cureya wê komedî ye û Bîlal Kalyoncu derhêneriya fîlmê kiriye.
Di fîlmê da Eylu Ozturk û Halîl Îbrahîm Goker dileyîzin. Pembeya ku li taxa mirtivan mezin bûye û bi firotina çîçekan debara xwe dike, di qezayekê da dimire û cardin vedigere dinyayê.
- "Asmoday: Cîn'ur Recîm"
Rotîn Engîn derhêneriya fîlmê kiriye û fîlm li ser bûyerên tirsnak ên ku tên serê fenomenên medyaya civakî, disekine.
Emîne Soyler, Demet Oz, Esra Er û Bariş Bayram Kesen di fîlmê da dileyîzin.