Haydar Şahin
17 Îlon 2020•Rojanekirin: 20 Îlon 2020
Vê hefteyê yeka wan xwemalî 5 fîlmê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Fîlma "Radyoaktif" a derhêneriya wê Marjane Satrapi dike û Rosamund Pike, Anya Taylor-Joy, Jonathan Aris, Sam Riley û Aneurin Barnard tê da dilîzin derdikeve vizyonê.
Rosamund Pike di rola Marîe Curieya jina cara ewil Xelata Nobelê hilda da dilîze. Di fîlmê da qala serpêhatî û têkoşîna Marîe Curieyê dikin.
- "Sixur Jade Black"
Derhêneriya fîlma "Jade Blacka Sixur"ê Terry Spears dike û di fîlmê da qala Jade Blacka ji bo berterefkirina sixurekî fîrar kiriye hatiye wezîfedarkirin dikin.
Di fîlmê da lîstikvanên wekî Katie Burgess, Connie Franklin, Sidney Flack û Luke Wyckoff dilîzin.
- "After Parçeparçeyî"
Di fîlma "After Parçeparçeyî" da Josephine Langford, Hero Fiennes Tiffin, Louise Lombard, Dylan Sprouse û Candice King dilîzin.
Derhêneriya vê fîlmê Roger Kumble dike û di fîlmê da qala 2 ciwanên têkiliya wan her tim diguhere dikin. Senaryoya fîlmê ji romana Anna Toddê hatiye hildan.
- "Wey li şansê wiha"
Derhêneriya fîlma "Wey li şansê wiha" Samet Çakirtaş dike û di fîlmê da Ozgur Esat Şenturk, Umut Ogmen, Zelîha Çakirtaş, Akin Ayvaz û Îlknur Aygun dilîzin.
Di fîlmê da qala du ciwanên qet şans li wan venagere û her tim berwarî diçin dikin.
- "Scoob!"
Derhêneriya "Scoob!"a fîlma sînemeyê ya ya "Scooby-Doo"ya rêzefîlma anîmasyonê Tony Cervon dike. Di fîlmê da qala destpêkirina dostiya Shaggy û Scooby-Doo û kombûna ekîbê dikin.