Melik Fırat Yücel
10 Mijdar 2022•Rojanekirin: 12 Mijdar 2022
Li salonên sînemayê vê hefteyê sisê jê xwemalî, 6 fîlm dikevin vîzyonê.
Di fîlma "Black Panther: Bijî Wakanda" da Lupita Nyong'o, Angela Bassett û Letitia Wright dileyîzin.
Ryan Coogler derhêneriya fîlmê kiriye, cureya wê aksiyon û macera ye.
Piştî mirina Queen Ramonda, Shuri, M'Baku, Okoye û Dora Milaje, Kral T'Challa gelê Wakandayê ji bo ku kes tevî neteweya wan nebe û neteweya xwe ji hêzên dinyayê biparêzin, seba şer amade ne. Seba qraltiya Wakandayê leheng hewl didin.
- "Klondike"
Maryna Er Gorbachê derhêneriya fîlmê kiriye û bi TRTyê ra hatiye çêkirin. Tê da qala çîroka jineke ducanî tê kirin ku li sînorê Ukrayna û Rûsyayê dijî, komên cudakar davêje ser gundê wê, lê mala xwe naterikîne.
Vê fîlmê di gelek mihrîcanan da xelat hildaye, Oksana Cherkashyna û Evgeniy Efremov tê da dileyîzin.
Çêkirina Tirkiye û Ukraynayê ye.
- "Temîrxane"
Derhêneriya wê Erkan Kolçak Kostendîl kiriye û xwemalî ye. Cureya wê komedî ye.
Nejat Îşler, Riza Kocaoglu û Merve Dîzdar tê da dileyîzin, qala bûyerên ku tên serê Yilmaz û Mujdatê dike ku her du li wargeha mezinkirinê bi hev ra mezin bûne.
- "Zavayê Mustaqbel"
Îlker Ayrik derhêneriya fîlmê kiriye, tê da Ayrik, Erdal Ozyagcilar û Hande Soral dileyîzin.
Cureya fîlmê komedî ye, Serdar Firat û û Serhat Sari senaryoya wê nivîsîne.
Ji bo zewacê aliyê zavê diçe Qibrisê mala bavê bûkê û qala bûyerên ku qewimî ne, tê kirin.
- Anîmasyonên hefteyê
Nîloyaya fîlma anîmasyon ku Arkin Aktaç derhêneriya wê dike, li ser macerayên lîstika Nîloya û hevalên wê disekine.
"Keybanûna Berfê û Dotmîr" ku Andrey Korenkov û Aleksey Tsitsilin derhêneriya wê kiriye, li ser macerayên Gerda û Kaî disekine ku seba çareserkirina bûyerekê hewl didin.