ANKARA
Akademiya Zanistê ya Kraliyeta Swêdê, ji ber "çîrokên wê yên ku bi hostetî hatine nivîsin û rastiya wan ya psîkolojîk û sadeyiya wan" nivîskara Kanadayî Alice Munro layiqî Xelata Edebiyatê ya Nobelê dît.
Munro di dîroka Xelata Edebiyatê ya Nobelê de wekî kesa 110emîn ku xelat girtiye cih girt. Ji bilî vê, 13mîn nivîskara jin e ku ev xelat stand.
Munro, di daxuyaniya çapemeniyê de ku xelat hat eşkerekirin, ji aliyê nûnerê Akademiya Swêdê ve wekî "hosteya çîrokên kurt a nûjen" hat bi nav kirin. Akademiyê ragihand ku ji ber ferqa saetê hêj bi Munroyê re têkilî dananîne, lê jê re bi rêya telefonê peyam şandine.
-Alice Munro
Nivîskara Kanadayî Alice Munro di 1931an de li Ontarîoyê, li Winghamê hat dinyayê.
Li Zanîngeha Ontarîoyê ya Rojavayê perwedeya rojnamevaniyê û zimanê Îngilîzî dît.
Munro di destpêka ciwaniya xwe de dest bi nivîsandina çîrokan dike. Kitêba wê ya yekem "Dance of the Happy Shades" di 1968an de tê weşandin.
Di demeke kurt de li derûdorên edebiyatê tê nasîn û çîrokên wê gelek xelatan werdigrin. Kitêbên wê hatin wergerandin gelek zimanan.
Hin rexnegir wê wekî "Çehova Kanayê" bi nav dikin. Pirî çîrokên wê li ser jiyana qesabayên biçûk û li ser rewşên mirovahiyê hûr dibe.
-Li gor çi tên hilbijartin?
Xelata Edebiyatê ya Nobelê ku di meha cotmehê de tê diyarkirin, her sal di meha sibatê de ji 200 kesan zêdetir endam tên nirxandin û dişînin komîteya Nobelê. Ji xeynî xebatkarên akademiyê, ji derve jî pispor tevlî vê merhaleyê dibin.
Piştî nirxandinan hejmara endaman pêşî dadikeve 20an, paşê jî dadikeve 5an. Endamên akademiyê di mehên havînê de van 5 kesên ku di lîsteyê de dimînin, dinirxînin.
Akademî di nav meha îlonê de dîsa dicive û bi piranî biryara xwe di serê meha cotmehê de eşkere dike.