11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
STOCKHOLM
Azîz Sancarê ku Xelata Kîmyayê ya Nobelê qezenc kiribû xelata xwe girt.
Zanyarê ji Tirkiyeyê Azîz Sancarê xelata Kîmyayê ya Nobelê qezenc kiribû xelata xwe di merasima ku li Stockholma paytextê Swedê hat kirin de ji destê Qralê 16emîn a Swedê Carl Gustav sitand.
Sekreterê Daimî yê Akademiya Swedê Prof. Dr. Claes Gustafsson ji bo ku Sancar xelata xwe bigire wiha bangî wî kir: "Birêz Sancar ez li ser navê Akademiya Swedê we pîroz dikim û ji we rica dikim ku hûn Xelata Kimyayê ya Nobelê ji destê Majeste Qral bigirin."
Sancarê ku Dîplomeya Nobelê û xelata pere ya ji 850 hezar ewroyî pêk tê heq kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ez li ser navê welatê xwe kêfxweş bûm. Li ser navê Mêrdînê kêfxweş bûm. Ev ji bo welatê me bi xêr be. Bi îzna Xwedê ji vê şûnde zêdetir pesnê wan bê dayîn. Li Tirkiyeyê di qada zanistê de gelekî bi kêr hatin."
Sancar bi Tomas Lindahl û Paul Modrich re Xelata Kimyayê ya Nobelê qezenc kiribû.
Prof. Dr. Azîz Sancar bi lêkolînên xwe yên xerîteyê yên nîşan didin ku şanik DNAyên xisar dîtine çawa baş dikin û agahiyên genetîka wan diparêze Xelata Kimyayê ya Nobelê ya 2015a qezenc kiribû.
- Lê Mêrdînê kefxweşî
Şêniyên Savura navçeya Mêrdîna ku Azîz Sancarê xwediyê xelata Kîmyayê ya Nobelê lê hatibû dinê jî ji ber serfiraziya hemşehriyê xwe kêfxweş bûn.
Welatiyên li navçeyê merasima xelathildana Sancar ji ser têlevizyonê temaşe kirin û Tahsîn Yavuzê ku li navçeyê dermanfiroşiyê dike got ku ew bi serkeftina Sancar gelek kêfxweş bûn û serbilind in, lewra wî navê Savûra navçeya me li çar aliyê welêt da bihîstin.
Abdulganî Sancarê ku niha di mala Azîz Sancar a li navçeyê ye de rûdinê xizmê wî ye jî got: "Em li ber têlevizyonê rûniştin û me li wî temaşe kir. Em hemû gelê Savûrê ji apê min pir razî ne û pir kêfxweş in."